ÎSÎG: Di Nîsanê de 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan
- aborî-ked
- 13:18 13/5/2021
Meclîsa ÎSÎG’ê, bi bîr xist ku pandemî ji bo karkeran bûye fermana mirinê û diyar kir ku di meha Nîsanê de herî kêm 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Meclîsa ÎSÎG’ê, bi bîr xist ku pandemî ji bo karkeran bûye fermana mirinê û diyar kir ku di meha Nîsanê de herî kêm 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Esnafên Mêrsînê, anîn ziman ku bi pandemiyê re rewşa karê wan xirabtir bûye û gotin: "Berpirsiyarê krîza navbirî rêveberên welêt in."
Esnafên Qada Haşimiyeyê ya Rihayê ji bo cejnê gelek şekir stendibûn, lê belê piştî biryara "qedexeya ji binî" de şekirên wan di depoyan de man. Esnafan anîn ziman ku heger piştî cejnê alîkariya wan neyê kirin, dê dikanên xwe venekin.
Li Amedê ji ber qeyrana aborî û buhabûa zebeşan êdî esnaf zebeşan bi zûlan difiroşin. Esnafên ku zebeşên Îranê anîn Amedê, ji ber kîlo bi 7,5 TL ye û welatî nikarin temamê zebeş bikirin, bi zûlan difiroşin.
Welatiyên ku diçin bazaran û ji ber fiyetên buha destvala vedigerin malê, anîn ziman ku di meha Remezanê de xwarina goşt neketiye malên wan û tenê şorbê û nanê tisî dixwin.
Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû diyar kir ku bi hezaran astengdar li dijî pirsgirêkên xwe li benda çareseriyên şênber in û divê astengdar ji pozîsyonek ricakar û alîkariyê dixwazin werin derxistin û ji bo tiştên heq dikin bistînin divê bikevin nava hewldana tevgerê.
Rêveberê DÎSK’ê Seyît Aslan diyar kir ku her sal bi hezaran kar ji ber bêtevdîriyan jiyana xwe ji dest didin û divê kargeh ji aliyê mekanîzmayên serbixwe ve werin kontrolkirin.
Li Bazara Heywan a li navçeya Rêya Armûşê êdî wek berê ew qelebalixî û kelecana firotin û sitendina sewalan nîne. Kesên sewalan xwedî dikin gotin ji ber bihabûna êm û kayê sewalkarî hatiye asta qedandinê û dixwazin sewalên di destê wan de jî werin firotin.
Esnafên Wanê, biryara Wezareta Karên Navxweyî ku heya 17'ê Gulanê li marketan ji xeynî pêdiviyên sereke firtoina berên din qedexe kiriye, wekî biryareke "eletewş" nirxandin.
Li Çewligê bi hinceta ku xwendekar nikaribûne têkevin EBA'yê meaşê meha Nîsanê yê mamosteyên biheq 50-150 TL hatiye razandin. Egîtîm-Senê destnîşan kir ku ya ku hatiye kirin neheqî ye û bang li mamosteyan kir ku doza heqê xwe bikin.
Karker û nûnerên sendîkayan, diyar kirin ku di biryara qedexeya derketina kolanan a bi hinceta pandemiyê hat dayîn de, bandora berjewendiyên çînî hene û gotin, bi milyonan kes niha di pençe mirin û birçîbûnê de ne.
Mêşvanên ku li navçeya Rêya Armûşê qonax vegirtine û ji bo biçin zozanan li benda germahiyê ne, diyar kirin ku ziwabûn bandor li berdariya hinguv jî dike.
Karkerên di zeviyên pîvazan de di xebitin, ji ber ku hilberin di zeviyan de man, bi fikarin ku heqdestê wan neyê dayîn. Karkeran, bal kişandin ser rewşa xwe û gotin: “Ji serê sibê heya êvarî em dixebitin, lê nikarin tenekeyek rûn bikirin.”
Ji ber hişkesaliya li Bakûr, nîvê zeviyên çandiniyê hişk bûn. Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbeyî, bang kir ku ji bo tespîtkirina mexduriyetê, divê bi awayekî lezgîn şandeya şopandina hişkesaliyê bê avakirin.
Kedkarên tenduristiyê anîn ziman ku heger li cihekî fabrîke û wesayîtên çûnhatinê heya ber dev tije bin, mirov nikare behsa tevdîr û qedexeyên ji binî de bike.