OHD ji bo piştevaniyê çû serdana nobeta JES’ê ya li Gimgimê
Nûnertiya OHD’ê ya Mûşê, ji bo piştevaniya bi nobeta li dijî JES’ê li Gimgimê hatiye destpêkirin, çû serdana çalakvanan.
Kanên komirê yên Bolunmez ê AKP'î Çemê Nêrdûşê qirêj dikin
Kanên komirê yên endamê AKP'ê Suleyman Bolunmez, Çemê Nêrdûşê ku ji quntarên Çiyayê Cûdî diherike, qirêj dikin.
Ekolojîst Nava: Li dijî hilweşîna ekosîstemê divê em bi hev re têbikoşin
Ekolojîst Lorenzo Nava, diyar kir ku li dijî hilweşîna ekosîstemê divê bi hev re têbikoşin û got: “Hewceye em tirsê veguherînin hêviyê û hêviyê jî veguherînin çalakiyan.”
Ji bo gelek bajaran hişyariya barînan hate kirin
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barînan kir.
Di Forûma Aştiya Civakî û Azadiyê de çalakiya ekolojiyê
Di çarçoveya Forûma Aştiya Civakî û Azadiyê de, çalakiya "Panarşiya Ekolojik û Rêxistinkirina Civakê" hat lidarxistin.
Şîrketa ji bo JES’ê destûr jê re hat dayin biryara ‘serî li zanîngehan bide’ nas nekir
Şîrketa ku ji bo projeya JES’ê ya li Gimgimê destûr jê re hate dayin, daxwaza walîtiya destûr dabûyê ya têkildarî keşfa cihê projeyê nas nekir.
Li Botanê hevrêtiya dîrok û rengîniya xwezayê
Li Geliyê Botanê ku di navbera navçeyên Hezex û Basayê de ye, kulîlkên ku bi germbûna hewayê re şîn bûne, li dora Keleha Elodîno ya li gundê Bafê bûne cihê dîmenên rengîn.
Li Bestayê bi destê cerdevanan darên sedsalî tên birîn!
Li devera Çemê Elî ya Herêma Bestayê ev zêdetirî hefteyeke bi pêşengtiya cerdevan Necîm Varol dar tên birîn.
Li Elkê lehî rabû
Li taxa Karşiyaka ya Elkê duh şev ji ber baranê çem rabû û gelek mal di bin avê de man.