Welatiyên Wanê: Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe
Welatiyên Wanê ji ber gavneavêtina dewlet û îktîdarê ya di pêvajoyê de bertek nîşan dan û gotin divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Tulay Hatîmogûllari: Her ku pêvajo dirêj dibe bawerî qels dibe
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Qersê di cîvina jinan de axivî û bal kişand ser krîza şer a li Rojhilata Navînê û destnîşan kir ku aştî û çanda jiyana bihevre pêdiviyeke jiyanî ye.
Li Meclisê ji bo Kurdî pêşnûmeya lêkolînê hate pêşkêşkirin
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altinê ji bo astengiyên li ser zimanê Kurdî bên lêkolînkirin pêşnûme pêşkêşî Meclisê kir.
DEM Partî dê çalakiyên ‘Ji bo aştiyê gavekê biavêje’ li dar bixe
DEM Partî dê di 16’ê Gulanê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li hemû bajaran bi dirûşma “Ji bo aştiyê gavekê biavêje” meşan li dar bixe.
Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bidin
Dayikên Aştiyê, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dê serî li Wezareta Dadê bidin.
Ayşegul Dogan: Divê birêz Ocalan karibe pêwendiyê bi civakê re deyne
Berdevka DEM Partiyê Aysegul Doganêbal kişand ser derengxistina rêziknameyên qanûnî û got ku ji bo avakirina aştiyê, statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewcedariyeke bingehîn e.
Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP'ê: Divê astengiyên li pêşiya Abdullah Ocalan bên rakirin
Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP'ê Sedat Başkavak, bal kişand ser qonaxa niha ya pêvajoyê û got: "Ji bo ku pêvajo pêş bikeve, divê statuya Ocalan bê dayîn û astengiyên li pêşiya wî bên rakirin da ku karibe bi derdorên cuda re hevdîtinan bike."
Di ‘Doza Komcivîna CHP’ê’ de dê li şahid were guhdarîkirin
Di danişîna doza têkildarî 38’emîn Komcivîna Asayî ya CHP’ê de dê li îtîrafkar Adem Soytekîn were guhdarîkirin.
MYK’a DEM Partiyê dê bicive
MYK’a DEM Partiyê dê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan îro bicive.
Ji Ozel daxuyaniya pêvajoyê: Berpirsiyariya me hemûyan e
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel di civîna koma partiya xwe de der barê pêvajoyê de got: "Ev mesele, ne meseleyele reqabetê ye. Ev mesele, ji bo me hemûyan berpirsiyariya dîrokî ye."
Ji Bakirhan pêşniyara ‘Lijneya Şopandina Aştiyê’
Tuncer Bakirhan diyar kir ku tev li çarçoveya Devlet Bahçelî têkildarî statuya Abdullah Ocalan û gavên yasayî destnîşan kiribû dibin û got: “Ji bo pêvajo ji xetereyan were parsatin û li ser zemîneke bêhtir sazûmanî bidome, em pêşniyar dikin ku di bin sîwana Meclisê de ‘Lijneya Şopandina Aştiyê’ were avakirin.”
Ji Bahçelî pêşniyara ‘Koordînatoriya Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê’
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî diyar kir ku divê mijara statuya Abdullah Ocalan were nirxandin û pêşniyara “Koordînatoriya Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê” kir.
CHP’ê bernameya nû ya ‘hilbijartinê’ aşkera kir
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku xebatên hilbijartinê derbasî qonaxeke nû bûne û ji îro ve li 81 bjar û 973 navçeyan daketine qadê.
DEM Partiyê ji bo Komkujiya Dêrsimê banga ‘hevrûbûnê’ li dewletê kir
DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da. DEM Partiyê xwest komkujî ji her alî ve were lêkolînkirin, arşîv bên vekirin û got: “Heta bi rabirdûyê re hevrûbûnek çênebe dê pêşiya zîhniyeta rê li ber van binpêkirinan vedike neyê girtin.”
Bakirhan, serdana Çepnî û Kaya kir
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku li Girtîgeha Sîlîvriyê serdana Mûrat Çepnî û Bekir Kaya kir, diyar kir ku divê pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin.