Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
- polîtîka
- 12:47 15
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû re hevdîtinê bike.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû re hevdîtinê bike.
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ku dihat payîn sibê were kirin, hat taloqkirin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, got: “Niha jî AKP bi rapora ku dê pêşkêşî Meclisê bike, ji çareserkirina meseleyeke cidî direve û gavên bibiryar û wêrek naavêje û ji vê dûr disekine.”
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan diyar kir ku pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bûye û got: “Di vê qonaxê de hewcehî bi zemîneke zagonî, hiqûqî heye. Divê zagona aştiyê hebe.” Bahçelî jî got: “Pervîn Xanimê her mijar bi aşkerayî anî ziman. Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina wê.”
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re civiya.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, bi Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan re civiya.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe biçin serdana Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan.
Nûnerên komeleyên Romanan û partiyên siyasî serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê kirin û têkildarî pêvajoya aştiyê gotûbêj kirin.
Cengîz Çîçek têkildarî Budçeya Wezareta Parastinê axivî û got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk, ferz dike ku hînbûnên sedsal in didomin bên terikandin.”
MHP’ê, rapora xwe ya têkildarî pêvajoyê ku ji 120 rûpelan pêk tê, pêşkêşî Seroktiya Meclisê kir. Endamê Komîsyonê yê MHP’ê Fetî Yildiz, pirsa rojnamvenan a têkildarî “mafê hêviyê” bersivand û got: "Hûn dê bibînin."
Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa di civîna gel a li Tetwanê de axivî û hevdîtina di 13’ê Cotmehê de bi Abdullah Ocalan re kiribû wiha vegot: “Cara ewil e ku Abdullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinêre.”
Veysî Aktaş anî ziman ku aliyê rêxistinkirî dê di vê pêvajoyê de serketî be û got: "Niha, em dikarin li derve bi qasî ku em bixwazin xwe birêxistin bikin. Tu astengiyek ji bo vê tune ye."
DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên di çarçoveya xebatên komîsyonê de amade kirin radestî Meclisê kirin.
Di çarçoveya xebatên Komîsyona Meclisê de, dê partî raporên xwe yên der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de berpêşî Serokatiya Meclisê bikin. Tê payin ku DEM Partî di nava rojê de rapora xwe teslîm bike.
Veysî Aktaş, bersiv da rexneyên li dijî nameya Abdullah Ocalan a di Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî de hatibû xwendin û got: “Heke bixwazin Rêbertiyê baş fêm bikin, hewceye di mijara civaknasiya dîrokî de xwe pêş bixin.”