Mahîr Polat sewqî ATK’ê hate kirin
- rojane
- 10:47 07
Parêzer Erkam Erdem ragihand ku Mahîr Polat ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene, sewqî Saziya Tipa Edlî hate kirin.
Parêzer Erkam Erdem ragihand ku Mahîr Polat ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene, sewqî Saziya Tipa Edlî hate kirin.
Soydan Akay ê li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneya girtîgehê. Hat zanîn ku li nexweşxaneyê ji Soydan re gotin “tansiyona te rabûye” û şandin qawîşa wî.
Prof. Kariane Westrheim diyar kir ku di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de her tişt girêdayî bersiva Tirkiyeyê ya li hemberî banga Abdullah Ocalan e û got: “Beriya her tiştekî divê Ocalan azad bibe. Pêvajoyeke bêyî wî nabe.”
Birayê yek ji kadroyên pêşengên ên PKK’ê Mahsum Korkmaz, Fehmî Korkmaz diyar kir ku divê dewlet bilezûbez bersiva banga Abdullah Ocalan bide û got: “Em ji bo jiyanake azad û demokratîk biisrar in û aştiyeke birûmet dixwazin.”
Abdullah Ruzgar ku 2 roj piştî banga Abdullah Ocalan hate berdan, diyar kir ku girtiyan banga dîrokî ji dil û can qebûl kirine. Ruzgar, got: “Divê em bêhtir xwedî li têkoşînê derkevin û bi dewletê gav bidin avêtin.”
Ji bo endamê PKK’ê Bulent Aydin ku di sala 1995’an de li Dêrsimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, li Amedê şîn hate danîn.
Di 21’emîn Lijneya Awarte ya CHP’ê de Ozgur Ozel dîsa weke serokê giştî hate hilbijartin.
DEM Partiyê diyar kir bi sala ye ji bo bêdengikirina rojnamegerên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi gef, girtin û sûîqestan zexteke giran tê kirin û got: “Rojnamegerên li ser şopa heqîqetê nemir in.”
Têkildarî midûrê emniyetê û amirên polîsan ên li Nisêbînê mal û milkê xelkê talan kirin biryara beraetê hatibû dayin û cezayê polîsan hatibû daxistin. Wezareta Karên Hundir diyar kir ku ji dozê nehatine agahdarkirin û bi hinceta biryar li dijî qanûnê ye serî li îstînafê da.
DFG’ê bi boneya 6’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyanî da û da zanîn ku di 5 salan de 15 rojnameger hatine qetilkirin û got: “Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin.” MKG’ê jî got ku di 10 salan de li seranserî cîhanê 12 rojnamegerên jin hatine qetilkirin.
Siyasetmedarê Îrlandayî Gerry Adams diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ji bo pêşî li avakirina civakeke demokratîk were vekirin firsendeke jiyanî ye û xwest Abdullah Ocalan were berdan.
Jinên ku ji bo pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan hatin Xelfetiyê, xwestin ku dewlet gavan biavêje û gotin: “Em dixwazin birêz Ocalan azad bibe û em rojbûna wî bi hev re pîroz bikin.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hêj didome û got: “Çi dibe bila bibe divê şert û mercên xebat û jiyanê yên azad tavilê bên avakirin. Pêvajoya guftûgoyê bêyî guftûgoyê nabe.”
Herdem Aslan ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir, anî ziman ku şer tenê dikare bi aştî û diyalogê were çareserkirin û got: “An em tevek dê di vê behrê de bixeniqin an jî dê bi hev re rizgar bibin.”