ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM PArtiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan di meşa ji çar baskan ve gihaştiye Enqereyê de axivîn û gotin: “Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran.” Hevserokên Giştî xwestin mûçeyê kêmtirîn herî kêm 46 hezar TL be.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM (Partî), bi tevlibûna Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan di 12’ê mehê de ji 4 baskan ber bi Enqereyê çalakiya meşa “Budçeya ji bo nan û aştiyê” dan destpêkirin. Meş, li Êlih, Tekîrdag, Aydin û Hatayê dest pê kirin û çalakvan îro gihiştin Enqereyê. Girseya ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, parlamenter, endam û nûnerên saziyên demokratîk jî di nav de bûn, li Parka Cemal Sureya ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê hat ba hev. Girs bi otobusan hat parkê û li vir ji aliyê girseya li parqê ve bi çepikan hat pêşwazîkirin.
Girseya ku cilên li ser “Budçeya ji bo nan û aştiyê” dinivisî li xwe kiribûn, li vir pankart vekirin û dirûşm berz kir. Girse li parkê heta Deriye Dîkmenê yê Meclisê meşiya. Di meşê de dirûşmên “Nan, aştî azadî”, “Ji sermayeyê re na ji kedkaran re budçe” û “Ji şer re na ji aştiyê re budçe” meşiya. Li ber deriyê Dîkmenê daxuyanî hat dayin.
DAXWAZÊN XWE DI TÛRIKEKÎ DE RADESTÎ MECLISÊ KIRIN
Li ber deriyê Dîkmenê yê meclisê endam û nûnerên saziyên demokratîk û partiyên siyasî, mamoste, ciwan, xwendekar, jin, cotkar û karkerên tev li meşê bûbûn pirsgirêkên ku dijîn û daxwazên xwe anîn ziman. Her wiha nameyên ku ji daxwazên karker, cotkar, jin, ciwan û welatiyên ku ji meşvanan re şandibûn jî di hundirê tûrikekî de radestî parlamenteran hat kirin ku wan daxwazan bibin meclisê.
TEVÎ PÊVAJOYÊ JÎ BUDÇE JI BO ŞER HAT VEQETANDIN
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li vir axivî û meşvanên ji 4 baskan ve hatin Enqereyê û kedkar silav kir. Tulay Hatîmogûllari, bi lêv kir ku budçe ji şer re hatiyê veqetandin û wiha axivî: “Niha li meclisê budçe tê axaftin em jî li vir dibêjin; em li vê budçeyê re dibêjin na. Di wê budceyê de mafê karker, cotkar, jin û ciwanan tune ye. Em jî ji ber wê ji vê budçeyê re dibêjin na. Di budçeyê de bijîşk û karmend tune ne. Îro li Tirkiyeyê enflasyoneke mezin heye. Ew jî tê wateya bihabûn, bêkarî û xizaniyê. Ji sermayeyê bacê nagirin û hemû bar dane ser pişta karker û cotkaran. Em vê yekê qebûl nakin. Her tim em ê bêjin ji ked û aştiyê re budçe. Em dibêjin aştî û dibêjin êdî dawî li budçeya şer bînin. Ji bo careseriya pirsgirêka Kurdan hewceye ji çekan re budçe neyê veqetandin. Lê mixabin îsal jî tevî pêvajoya astiyê jî budçeyeke zêde ji şer re hat veqetandin. Weke DEM Partî em li dijî vê derketin û me xwest ji aştî û kedê re budçe bê veqetandin.”
BAKIRHAN: TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku ew ê di meclisê de jî ji bo budçe ji aşî û kedê re bê vêqetandin têkoşîna xwe bidomînin û got: “Heke em tênekoşin tu kes ji karker, cotkar, jin û ciwanan re budçe venaqetîne. Derdê desthilatê ne karker in lê sermaye ye. Derdekî meclisê wisa tune ye. Ji bo wê divê em deng û têkoşîna xwe bilind bikin ku budçe bibe ya me. Ji bo wê em li 4 baskan meşiyan ku dengê karker, cotkar, jin û ciwanan bigihînin meclisê. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heke em dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bidomîn bawer bikin em ê bi serbikevin.”
Daxuyanî, bi çepik û berzkirina dirûşman bi dawî bû.
