Endama Konseya Navendî Gungor: Dixwazin TTB'ê pûç bikin
- aborî-ked
- 10:19 13/11/2018
Endama Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Selma Gungor, têkildarî pêşnûme-qanûna tenduristiyê diyar kir ku ev guhertin dê derbeyek mezin li hekîman bixe û wiha got: "Bi xala 11'emîn a pêşnûmeyê dixwazin TTB'ê pûç û bêtesîr bikin. Ji serî de em li dijî vê guhertinê derketin. Em dê dîsa li dijî vê guhertinê derkevin û têkoşîna xwe bilind bikin."