Hûr û rovî jî biha bûn
- aborî-ked
- 09:13 30/11/2018
Hosteyê hûr û roviyan Kasim Baytekîn, anî ziman ku li Edeneyê rojê zêdetirî 20 hezar hûrî û rodî tên firotin, lê belê ji ber şerjêkirina heywanan kêm bûye hûr û rodî jî biha bûne.
Hosteyê hûr û roviyan Kasim Baytekîn, anî ziman ku li Edeneyê rojê zêdetirî 20 hezar hûrî û rodî tên firotin, lê belê ji ber şerjêkirina heywanan kêm bûye hûr û rodî jî biha bûne.
Endamên Platforma Piştevaniya Karkerên Balafirgeha 3’yemîn, ji bo şermezarkirina 3 karkerên li Înşaeta Otoyol a Gebzeyê dibin blokên betonê de man û jiyana xwe ji dest dan hatin gelhev û gotin: “Karkerên înşaetê ne koleyên avakirina pramîtên Fîrevûnane.”
Karkerên Fabrîkaya Derman a Grîpîn piştî ku bi karsazê wê re li ser peymana TÎS’ê li hev nekirin dest bi grevê kirin.
Li Rihayê, erdên pembû ji bo karkeran malovaniyê dikin. Karkerên bi erebeyên hespan tên nav erda rojê 40-45 lîre pere bi dest wan dikeve.
Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê, derbarê Prof. Dr. Ahmet Çamsari yê tayînê Rektortiya Zanîngeha Mêrsînê hat kirin de daxuyanî da û diyar kir ku divê Zanîngeh xizmeta zanistê bikin.
Li navçeya Avcilar a Stenbolê 30 karkerên ku li Yurda Canan Dagdeviren kar dikin û 5 mehin heqê destê xwe negirtine dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Esnafên Sîteya Komirvanên Dîlokê diyar kirin ku beriya hilbijartinê komira “alîkariya civakî” belaş tê belavkirin û ji ber vê yekê nikarin kar bikin.
Li Rihayê rençberên ku pembû diçînin, diyar kirin êdî ji ber fabrîqe pembûyên wan nagikirin, pembûyê wan nayê firotin û li malê xera dibe.
Karkerên pêlavan çêdikin ji bo heqdesta wan bê zêdekirin dev ji kar berdan, diyar kirin heta daxwazên wan pêk neyên ew ê bitêkoşin. Serokê Komeleya Piştevaniyê Mûstafa Ozay anî ziman ku di demên dawî de 200 atolye hatine girtin û 3 hezar û 600 karker jî betal mane.
Esnafên li Agirî ji ber krîza aborî hindik mane top bavêjin. Esnafan diyar kir ku êdî nikarin çayekê jî vexwin û ji bo başkirina rewşa aboriyê îktîdr dereng maye.
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Turan, qebûlkirina butçeya 2019'an ku ji aliyê meclîsê ve bêyî guhertin hat erêkirin nirxand. Turan, der barê butçeya ku muxalefet wekî butçeya şer pênase dike wiha got: “Butçeya 16 wezîran amade kir meclîsê wekî wê qebûl kir. Ev nîşan dide ku meclîs dûvê Qesrê ye."
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu bertek nîşanî binçavkirina rêveberên sendîkayan duh li Enqereyê pêk hat da û got: “Rêveberên sendîkayan ên hatin binçavkirin bila demildest bên berdan.”
Karkerên tekstîlê yên pirsgirêkên debarê dijîn, di heman demê de li dijî krîza aborî liber xwe didin. Mûzaffer Uzer, diyar kir ku ew nikarin debara xwe bikin û got: “Di dawiya hefteyê de jî em necarin ku bixebitin.” Pamûk Coşkûn jî, anî ziman ku ew nikarin biçin bazarê û kirêya malê bidin.
Meclîsa ÎSÎG’ê bi minasebeta 25'e Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navnetreweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinan rapora derbarê cînayetên kar ên jinan de amadekiribû weşand û got: “Di cînayetên kar ên 10 mehên dawî yên sala 2018’an de 92 jinan jiyana xwe ji dest dan.”
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, di 2'emîn Konferansa Navneteweyî ya Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya kar de bal kişand ser cînayetên kar û diyar kir ku sedema cînayetên kar hişmendiya sermayedaran e.