KESK’ê banga beşdariya mitîngê kir
- aborî-ked
- 14:38 07/12/2018
KESK'a Edeneyê dê bi boneya salvegera xwe ya 23’emîn di 15’ê kanûnê de li Qada Ugur Mumcu mîtîngê li dar bixe û banga beşdariya mitîngê kir.
KESK'a Edeneyê dê bi boneya salvegera xwe ya 23’emîn di 15’ê kanûnê de li Qada Ugur Mumcu mîtîngê li dar bixe û banga beşdariya mitîngê kir.
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, destnîşan kir ku ew ê li 4 navendên mezin li hemberî xizanî, betalî û neewlehiyê mîtîngan li dar bixin. Bozgeyîk got, fatûreya krîza aborî li kedkaran tê birîn lê belê ew ê destûra vê yekê nedin.
Meclîsa ÎSÎG'ê rapora meha mijdarê aşkere kir û diyar kir ku di Mijdarê de herî kêm 154 karker bûn qurbana cîhayetên kar û di 11 mehên ewil ên 2018'an de jî herî kêm 1797 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Li Amedê esnafên li Ceylan Karavîl Parkê ji ber krîza aborî êdî nikarin heqê kirêyên xwe jî bidin. Esnafan got: "Ger wisa dewam bike wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin."
Dikandarên AVM’a Parka Ceylan Karavîl ji ber krîza aborî û zêdekirina kirêyan deriyên dikanên xwe girtin û çalakî pêk anîn. Dikandaran, diyar kirin ku heya daxwaza wan neyê qebûl kirin, ewê çalakiya xwe berdewam bikin.
Polîsan bi ser konê 15 karkerên ku nêzî 2 sal in di înşaeta TOKÎ de dixebitin û mehaneya xwe nagirin, ji bo vê jî ketine çalakiyê de girtin. Di serdegirtinê polîsan 7 karker binçav kirin.
Rêxistina HDP’ê ya Mêrsinê sempozyuma “Ji zeviyan heta ser sifrê, ji hilberînê heta rêveberiyê" pêk anî. Di sempozyumê de Parlamenterê HDP'ê Ridvan Turan, diyar kir ku hilberîna çandiniyê ji însafa şîrketên yekperest re hatiye hiştin û xwest êdî pergala kooperatifbûnê pêş bikeve û wiha got: "Li Hollanda ji sedî 97 hilberîn li ser pergala kooperatifê pêş dimeşe. Lê li Tirkiye hemû hilberînerên çandiniyê bi destê şîrketan ve mane."
Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden a ji ber got “Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn” hat binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan, diyar kir ku tekane rêya li dijî polîtîkayên zext û êrîşan berxwedan û têkoşîne.
Li Mêrsînên nanpêjan diyar kir ku lêçûnên wan zêde bûne, lê belê hîn jî nan bi lîreyekê tê firotin û nikarin çerxê bizîvirînin.
Hevberdevkê HDP’ê Sarûhan Oluç, diyar kir ku gel dê namzetên wan diyar bikin û got: “Emê di meha Çileyê de dest bi xebatên kampanaya hilbijartinê bikin.”
Cotkarên li sînor çandiniyê dikin diyar kirin ku ji ber çekên di dema operasyona Efrînê de hatin bikaranîn îsal berdariya wan kêm bûye. Endezyara Çandiniyê Bîrgul Yildirimê jî diyar kir ku bandora madeya kîmyewî ya di bombeyan de dibe ku bi salan dewam bike.
Esnafên Çarşiya Kemeraltiyê ya Dîrokî, anîn ziman ku ew nikarin şûna berên difiroşin dagirin. Esnafan got, hindik maye top bavêjin û ji bo rizgariyê şert e hikûmet biguhere.
Hosteyê hûr û roviyan Kasim Baytekîn, anî ziman ku li Edeneyê rojê zêdetirî 20 hezar hûrî û rodî tên firotin, lê belê ji ber şerjêkirina heywanan kêm bûye hûr û rodî jî biha bûne.
Endamên Platforma Piştevaniya Karkerên Balafirgeha 3’yemîn, ji bo şermezarkirina 3 karkerên li Înşaeta Otoyol a Gebzeyê dibin blokên betonê de man û jiyana xwe ji dest dan hatin gelhev û gotin: “Karkerên înşaetê ne koleyên avakirina pramîtên Fîrevûnane.”
Karkerên Fabrîkaya Derman a Grîpîn piştî ku bi karsazê wê re li ser peymana TÎS’ê li hev nekirin dest bi grevê kirin.