4 karkerên Balafirgeha 3’emîn ji kar avêtin
- aborî-ked
- 17:13 28/10/2018
Beriya sibê Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê bi merasimekê vekin, 4 karkerên balafirgehê ji kar avêtin.
Beriya sibê Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê bi merasimekê vekin, 4 karkerên balafirgehê ji kar avêtin.
Sendîkaya Înşaat-Îş'ê li ser hesabê twîtterê diyar kir ku rojek beriya vekirina Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê karkerek ji jor ket û jiyana xwe ji dest da.
Karkerên Superpakê yên maf û keda wan tê warin ji bo mafê xwe biparêzin 240 rojin di çalakiyê u 128 rojin di grevê de ne. Ji karkerên li Dîrolê li gel karkerên fabrîqeyên şîrketên Îzmir û Karamanê çalakiya xwe berdewam dikin, Mehmet Durmaz, diyar kir ku êdî ew ji bo parastina rûmeta xwe têdikoşin.
Ji ber zêdebûna dowîzan û krîza aborî esnafên li Sîteya Komirvanan a Wanê yeko yeko top davêjin. Di nav salekê de ji 62 endamên sîteyê 34'an jê dikanên xwe girtin û ên heyî jî li ber girtinê ne.
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiye û diyar kir ku sedema krîzê îktidara ku hilberîn û çavkaniya heyi li şûna têxe xizmeta gel û aştiyê, di şer û berjewendiyên hevkarê xwe de xerç dike ye. Çerkezoglu, ji hekûmetê xwest ku ne ji sedî 99, ji sedî 1 berpirsiyarê krîzê bên dîtin û vî deynî bidin.
Şaxa ÎŞKÛR'ê ya Wêranşarê, ji bo AKP'a navçeyê dixebite. Di pişkavêtinê de hîle tên kirin û her wiha ên li ser sindoqan jî xwarzîk û birazîkên parlementerên AKP'î ne. Piştî qeyûm hat tayînkirin, karkerên demsalî ên bi "pişavêtinê" tên diyarkirin, 2 sal in qet neguherîne.
Welatî û esnafên ji ber krîza aborî rewşa wan nebaşe, bang li îktîdara ku dibêje "krîz tune ye" kirin û xwestin îktîdar dakeve kuçeyê û halê gel bibîne.
Ji ber kurmikên fêkiyan ên Akdenîzê, îsal ji sedî 70'ê berê zeytûnan kêm bû. Serokê Komeleya Hilberînerên Zeytûnan ên Akdenîzê Atîlla Parlak, destnîşan kir ku kurmikên fêkiyan ên Akdenîzê zeytûn nehiştin.
Karkerên li nav erdên pembû di holikan de dimînin, rojê 15 saetan dixebitin û 45 lîreyan distînin. Karkeran, diyar kir ku li gor sala per îsal ji ber rewşa aborî û zemên tên kirin nikarin debara xwe bikin.
Karkerê înşeatê Muhterem Zengîn, diyar kir ku li Samsûnê sektora înşeatê sekiniye. Zengîn anî ziman ku wî serî li kîjan fîrmayê dabe jê re gotine "me şîrket girtiye."
Şêniyên gundê Minyanîşê ku bi salan li sînor bazirganî dikirin û sewalvanî dikirin, niha ji ber qedexekirina zozan û mêrgan ji mecbûrî pezên xwe difiroşin. Şêniyên gund tenê ji bo şîr bizinên xwe nefirotine û gotin: "Dev ji bazirganiya li ser sînor berda, êdî em nikarin heywanên xwe bibin derveyî gund jî."
Li gundê Biyadîr ê Çelê, ji ber qedexekirina zozan û mêrgan sewalkarî nema. Şêniyên gund vê carê berê xwe dan çandiniyê. Li vî gundê ku hinarên wê bi nav û deng in jin, li ser dezgehên ku li qeraxên rêyan danîne tevî hinaran zebze û fêkiyên çandine difiroşin.
Platforma Piştevaniya bi Karkerên Balafirgeha 3’yemîn re cînayeta karkerê navê wî nehat zelalkirin pirsî û got: “Li Balagirgehê karkerê we kuşt û winda ir kî ye û li ku ye?”
2 karkerên maeşê wan nedihat dayîn, dema xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê, kardêran maeşê wan dan wan.
Pisporê DÎSK-AR Denîz Beyazbûlût, diyar kir ku li Tirkiyeyê 6 mîlyon 310 hezar kes bêkarin û got: “Ev nîşaneya krîza aboriyê ye. Krîza aborî ya heyî encama polîtîkayên 16 sal ên desthilatdariya AKP’ê ye.”