Temellî: Dem dema demokrasiya herêmî û gel bigîhîjin hev e
- polîtîka
- 13:22 04/9/2018
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Amedê di civîna "Amedakariya ji bo hilbijartinên herêmî" axivî û bang kir ku her kes ji bo Idlibê ku ber bi şer ve diçe, tişta ku ji dest tê bike. Temellî got polîtîkaya şer a AKP’ê bûye sedema rûxandina aborî û dem dema demokrasiya herêmî û gel bigîhîjin hev e.