Temellî: Îtîfaq li taxan bi wate dibin
- polîtîka
- 12:19 29/9/2018
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di civîna Meclisa Partiyê ya HDP'ê de têkildarî geşedanên dawî û hilbijartina rêveberiyên herêmî nirxandin kirin. Temellî, diyar kir ku ew dê bi pirsa “Em bajar û rêveberiyek çawa dixwazin?" tev bigerin û wiha got: “Îttifaq di kulisan de ava nabe. Îtîfaq di lêgerîna li taxan de bi wate dibe."