Der barê 8 jinan de lêpirsîna pankartê hat destpêkirin
- jin
- 11:26 09/10/2023
Li Wanê 8 jinên ku tacîza çawişê pispor protesto kirin, der barê wan de bi îdiaya “xelkê teşwîqî kîndarî û dijminahiyê dikin” lêpirsîn hat destpêkirin.
Li Wanê 8 jinên ku tacîza çawişê pispor protesto kirin, der barê wan de bi îdiaya “xelkê teşwîqî kîndarî û dijminahiyê dikin” lêpirsîn hat destpêkirin.
Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû. Encamnameya komxebatê dê demên pêş de bi raya giştî re bê parvekirin.
Zanyara siyasetê Fernaz Attîa ya ji Misirê anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fikrên xwe bandor li hemû jinên cîhanê kiriye û got ku paradîgmaya wî ya li ser esasê azadiya jinê, ekolojiyê û demokratîkbûyînê mifteya wekheviyê ne.
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlenê anî ziman ku pêvajoya pevçûnî ya li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinan bênavber didome û got: "Refleksa rêxistinkirî nakeve dafika polîtîkayên şerê taybet û em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî ya sînornenas li hemberî van polîtîkayan bisekinin."
Zekiye Karabûlût a 55 salî ku di saetên serê sibê de li Dîlokê hatibû binçavkirin, piştî kirariyên îfadeyan ên li edliyeyê hate berdan.
Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê hat avakirin. Endamên damezrîner ên komeleyê ku di avakirinê de axivîn diyar kirin ku wê bibin dengê jinên rojnamevan û gotin: "Armanca me mezinkirina berxwedana rojnamevana ne."
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha îlonê ya JINNEWS'ê 32 jin û 3 zarok hatin qetilkirin, 22 jin û zarok jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane û jinek jî bi hewldana qetilkirinê re rû bi rû maye.
Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan diyar kir ku pêngava bi komploya navnetewî dest pê kir, belavî civakê bûye û wiha got: “Azadiya wî azadiya me ye. Ji bo ku komploya li ser nasnameya me pûç bikin, divê tişta ji destê me bê bikin.”
Ji hêla Meclisa Jinan ên HDP'ê û Patiya Çepên Kesk ve bi dirûşma "Di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan" komxebatek hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk Halîde Turkoglu di komxebatê de bal kişand ser êrişên li dijî Rojava û got: "Êrişên ku li dijî Rojava tê kirin tê wateya êrişên li dijî destkeftiyên jinên kurd."
Rojnamevan Huseyîn Kalkan diyar kir ku bi Gûrbetellî Ersozê re di çapemeniya kurd de nêrîna jinê derketiye holê û got ku Ersoz bi têkoşîna ji bo heqîqetê re di heman demê de pêşî li ber rojnamevanên jin ên kurd vekiriye.
TJA, ku xebatên kampanyaya xwe ya “Bi jin jiyan azadiyê re ber bi azadiyê ve” li Êlihê bi meşê dan destpêkirin, wiha got: “Di çarçoveya kampanyaya xwe de em ê li dijî şer berxwedan û azadiyê birêxistin bikin.”
Siyasetmedar Gultan Kişanak behsa Gûrbetellî Ersozê kir ku bi hev re di rojnameya Ozgur Gundemê de dixebitîn. Kişanak got: "Niha li deryaya ebedî de bûye meşaleyek ku tarîtiyê ronî dike."
Aktivîsta TJA'yê Emîne Înan anî ziman ku tê xwestin ku komploya navdewletî bi pergala tecrîdê ya Îmraliyê bê encamkirin û got: "Wê jin bi felsefeya 'Jin, iyan, azadî' komployê pûç bikin."
Komeleya Jinan a Rosayê 2’yemîn Lijneya Giştî ya Awarte li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Lijneya Giştî, diyarî endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel hate kirin.
Jinên ji rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku felsefeya “Jin jiyan azadî” ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mifteya azadiyê daye jinan û gotin: “Heke jin xwedî li fikrên Ocalan derkevin, wê dikaribin azadiyê pêk bînin.”