Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
- jin
- 09:02 15/10/2023
Hejmara 33’yan a Kovara Jinê bi manşeta “Bedena jinê eniyeke şer nîne!” derket.
Hejmara 33’yan a Kovara Jinê bi manşeta “Bedena jinê eniyeke şer nîne!” derket.
Endamên Platforma Jinan a Îzmîrê, bertek nîşanî helwesta durû ya AKP’a dersa mirovahiyê dide Îsraîlê û li dijî gelê kurd polîtîkayên şer dide meşandin dan.
Jinên ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, diyar kirin ku Tirkiye sûcê li dijî mirovahiyê û şer kiriye û li dijî êrişan îşaret bi têkoşîna hevpar kirin.
Kesê bi navê A.T. li Stenbolê bi awayeke sîstematîk destdirêjî li zarokekê dikir. Ji ber sûcê “îstîsmara biwesf a li dijî zarokê ya bi rêya tundiyê” 40 sal û 6 meh û ji ber sûcê “Gefa bi çekê” jî 4 sal cezayê hefsê dan faîl A.T.
Aktivîsta mafên jinan Zozan Ozgokçe diyar kir ku ew destûreke bingehîn a aştiyane diparêzin û got: "Bi marjînalîzekirina jinan û kurdan destûreke bingehîn nayê çêkirin. Em dixwazin her kes bi cudahiyên xwe wekhev in. Destûreke bingehîn a bi vî rengî pêkan e û divê pêk bê."
Jinên ku beşdarî kargeha komxebata rêveberiyên xwecihî bûn diyar kirin ku divê li her bajerekî qadên aborî yên serbixwe bên avakirin û gotin: "Budçeya jinan di warê xizmetên bajêr û pêşkêşkirina bajaran de pir girîng e. Ji ber wê divê ku em aboriya jinan a serbixwe ava bikin."
Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Sîham Dawîd diyar kir ku piştî qetilkirina Hevrîn Xelef ji hêla dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ve jî bi dehan jinên pêşeng hedef hatine girtin û wiha got: “Ji ber ku li Rêveberiya Xweser dîrok di şexsê jinan de jinûve tê nivîsandin.”
Francesca Fabozzi ya enternasyonalîst got: "Têkoşîna jinên kurd ji bo têkoşîna jinên enternasyonalîst, mînak e. Gava mirov vê têkoşînê bi erdnîgariyê ve sînordar bike dê kêm bimîne. Ji lew re ev têkoşîn, dê seyra têkoşîna jinên cîhanê diyar bike."
Jinên tev li komxebata rêveberiyên herêmî bûn diyar kirin ku li dijî tundiyê divê li her taxê meclisên jinan, atolyeyên hişyarkirinê û navendên krîzê bên avakirin û ji bo pêşîlêgirtina tundiyê çareseriyên kolektîf bên pêşxistin.
OHD’a Enqereyê diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan sê sal in girtiyên siyasî ji mafê berdana bi şert sûdê wernagirin û girtîgeh derdikeve derveyî qada rayeyê û dadgeh jî biryarên girtîgehê erê dike.
Zanista Siyasetê Sûreyya Şîrafken balê kişand ser qanûna laçikê ya li Îranê hatiye dijwarkirin û anî ziman ku jin dê li gorî qanûnên mafên wan asteng dikin, tevnegerin.
Di îdianameya derheqê Hasan Karaaslan ku hevjîn û 3 zarokên xwe qetil kiriye de hat diyarkirin ku divê îfadeyên Karaaslan esas neyên girtin û bi cezayê muebbeta giran were cezakirin.
Di komxebata rêveberiyên xwecihî de polîtîkayên jinan, kargeha çand, ziman û hûnerê jî hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî kargehê bûn îşaret bi girîngiya ziman, çand û hûnerê ya di rêveberiyên xwecihî de kirin.
Derheqê jinên di protestokirina tacîza çawişên pispor de pankart hilgirtin de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Jinan, li emniyetê îfade dan.
Ji Kovara Jineolojiyê Seher Tumer a beşdariya komxebata rêveberiyên xwedihî bû diyar kir bi beşdariya jinan a rêveberiyên xwecihî li bajaran demokratîkbûn çêbû û got: "Jin di nava pergala me ya rêveberiyên xwecihî de bi rola azadiyê radibe û azadiyê xwe bi re pêk tîne.”