Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê
- jin
- 14:41 10/6/2022
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di nirxandina heftane ya jinan de, bal kişand ser binçavkirina rojnamevanên kurd û got: "Armanca van êrişên li ser rojnamegerên kurd em baş dizanin. Endamên çapemeniya azad tu carî paşve gav ne avêtin û her tim ji civakê re heqîqetê ragihandin. Em li hemberî van hemû êrişên di 12'ê Hezîranê de dimeşin Gemlikê."
