MÊRDÎN - Suryanên li Mêrdînê li gelek dêran merasîma pîrozbahiya “Cejana Zayînê” li dar xistin.
Li gorî baweriya Xiristiyaniyê; Hz. Îsa piştî 3 roj ser darexaçbûna wî re derbas bûye ji nû ve vejiyaye. Bi vê munasebetê Xiristiyan her sal “Cejna Zayînê” pîroz dikin. Suryanên li Mêrdînê, li dêrên navçeyan “Cejna Zayînê” pîroz kirin. Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê li Dêra Kirklar a Ortodoks Cejna Zayînê hat pîrozkirin. Danê sibê piştî zengilên dêrê welatiyên Suryan ji bo pîrozbahiyê li dêrê civiyan. Ji ber nexweşiya Serkeşeyê Dêra Kirklar Horî Gabriel Akyuz, merasim ji aliyê Metropolîtê Amed-Mêrdînê Salîba Ozmen ve hat birêvebirin.
Welatiyên Suryan piştî pêxistina findan derbasî hêwana merasîmê bûn. Di merasîmê de bixur hat pêxistin û Suryanan lawje gotin. Di merasîmê de vaftîza zarokan hat lidarxistin û welatiyên Suryan li dora agirê nava dêrê kom bûn û lawje gotin.
Piştî merasîmê Salîna Ozmen li cemaeta Suryan waz kir û got bila ‘Cejna Zayînê’ bibe wesîleya aştî û aramiyê ya li cîhanê. Ozmen, piştre peyama Patrîkxaneya Suryan xwend.
Piştî merasime Sekreterê Weqfa Ortodoks a Qedîm Suryanan Murat Ozbert ji çapemeniyê re axivî. Ozbert der heqê giringiya “Cejna Zayînê” ji bo Suryanan agahî da û got em dixwazin cejn bibe wesîleya bidawîbûna şer û aştiya cîhanê.
Piştî merasîmê welatiyan cejna hevudin pîroz kirin.
