NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûdanê 29 zarokên keç û 73 jin ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ve hatin dîlgirtin.
Tora Bijîşkên Serbixwe yên Sûdanê, di daxuyaniyekê de ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn 73 jin û 29 keçan li El-Mujalleda Rojavayê Kordofanê dîl girtiye. Li gorî daxuyaniyê, ev kes piştî dagirkirina Babanusayê bi darê zorê ji Babanusayê hatine derxistin. Torê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi hinceta ku ev xizmên jinên girtî endamên artêşa Sûdanê ne, ew desteser kirine. Torê da zanîn ku jin û zarok bi zorê hatine derxistin û di şert û mercên ne mirovî yên pir xirab de hatine girtin. Torê ragihand ku pêdiviyên bingehîn ên wekî lênihêrîna tenduristiyê, xwarin û piştgiriya psîkolojîk ên van jin û keçan, nayên bicihanîn.
Herwiha Torê destnîşan kir ku girtina jin û zarokan binpêkirineke eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî û hemû peymanên ku hedefgirtina sivîlan an bikaranîna wan wekî amûrek tepeserkirinê di pevçûnên çekdarî de qedexe dikin. Torê hişyarî da ku ev pratîk kesên girtî dike xetereyên tenduristiyê yên cidî, bi taybetî jî ji ber nebûna xizmetên bijîşkî û belavbûna nexweşiyan.
Torê Hêzên Piştgiriya Lezgîn rasterast û bi tevahî berpirsiyarê ewlehiya jin û zarokên dîl girt. Torê daxwaza berdana wan a tavilê û bê şert û merc, vegera wan a ewle bo malbatên wan kir. Torê ji rêxistinên mirovî û bijîşkî xwest ku bi awayek lezgîn, lênêrîna pêwîst dabîn bikin.
Herwiha bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî û herêmî hat kirin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, zextê li Hêzên Piştgiriya Lezgîn bikin da ku van binpêkirinan rawestînin û parastina sivîlan, bi taybetî ya jin û zarokan, mîsoger bikin.
