MÊRSÎN - KESK’ê bertek nîşanî teklîfa zemê ya îktîdarê da û got ku heke di teklîfa duyemîn de jî daxwazên wan neyên cîbicîkirin ew ê li seranserî welat dest bi çalakiya berdana kar bikin.
Platforma Şaxan a Mêrsînê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), têkildarî pêşniyara zemê ya îktîdarê di hevdîtinên Peymana Kar a Komî (TÎS) ji bo kedkarên cemaweriyê kir, li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Teklîfa hikûmetê hejarî ye. Ji bo jiyaneke mirovane em di 18’ê Tebaxê de dev ji kar berdidin.” hate hilgirtin û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Em ê teslîmî hejariyê nebin” hatin berzkirin.
Serokê Şaxa Egîtîm-Sen a Mêrsînê Mahmût Sumbul daxuyanî xwend û got ku îktîdarê di hevdîtinên peymanê de xizanî hêjayî kedkarên cemaweriyê dîtiye. Sumbul, got ku tevahiya konfederasyonan li qadê ne û heta nêzikatiya îktîdarê diguhere jî dê li qadan bin. Sumbul, got: “Em li benda teklîfa duyemîn a îktîdarê ne. Heke daxwazên me neyên cîbicîkirin em ê di 18’ê Tebaxê de li tevahiya welat dest bi çalakiya berdana kar bikin. Em bang li hemû kedkarên cemaweriyê dikin ku hêza xwe ya ji hilberînê tê bi kar bînin û li dijî vî heqdestê hejariyê dakevin qadan. Dengê kedkarên cemaweriyê bilind bikin.”