ENQERE - BES-AR’ê diyar kir ku di meha Tebaxê de sînorê birçîtiyê 36.430 TL û sînorê xizaniyê jî 88.640 TL ye. Bi vê yekê re mûçeyê kêmtirîn ku 22 hezar û 104 TL ye, ji sedî 64,81 di bin sînorê birçîtiyê de ma.
Saziya Lêkolînê ya Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES-AR), daneyên “Reqemên Birçîtî û Xizaniyê” yên Tebaxa 2025’an parve kir. Li gorî daneyên BES-AR’ê, ji bo malbateke memûr a 4 ferdên wê hene bikare di mehekê bi tendurist bijî, hewcehî bi 36 hezar û 430 TL’an heye û lêçûnên xurekê ya rojane jî hezar û 214 lîre derbas kir. Lêçûnên yek xebatkarî/ê weke 56 hezar û 439 TL hate hesabkirin. Sînorê xizaniyê ku ji bo pêdiviyên sereke yên weke xurek, cilûberg, cihê mayînê, veguhestin, perwerde û tenduristiyê tê hesabkirin jî derket 88 hezar û 640 TL’an.
BESAR’ê, got ku mûçeyê kêmtirîn ku niha 22 hezar û 104 TL ye, ji sedî 64,81 di bin sînorê birçîtiyê de ma.