Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin

  • rojane
  • 12:18 24 Nîsan 2025
  • |

ENQERE - Piştî hevdîtina DEM Partiyê ya bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re, daxuyanî hat dayin. Endama şandeya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got: “Mijara herî girîng a hevdîtinê başkirina mercên birêz Ocalan e û hewceye di vê mijarê de bêyî hincet gav bên avêtin.”

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, li avahiya wezaretê hevdîtin kirin. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Cîgirê Hevserokên Giştî û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan di hevdîtinê de cih girtin. 
 
Hevdîtin 2 saetan domiya û piştî hevdîtinê daxuyanî hate dayin. 
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di daxuyaniyê de axivî û got ku têkildarî mijarên ku wezaret bikare ji pêvajoyê re sûdewer bibe hevdîtin kirine. Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha domand: “Serenavê ewil ê nîqaşa me, mercên xebatê û tenduristiyê yên birêz Abdullah Ocalan bûn ku li Îmraliyê tê ragirtin û bi banga 27’ê Sibatê re deriyeke nû li pêşiya Tirkiyeyê vekir û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd qonaxene nû da destpêkirin. Di vê mijarê de me ji birêz wezîr re got ku birêz Ocalan dê nekare di van şert û mercan de ji bo pêvajoyê sûdewer be, ji bo pêşketina pêvajoyê dmercên birêz Ocalan mijare sereke ye û divê ev mijar bêyî hincetek were nîşandan bê çaereserkirin. Di vê mijarê de dê şensê me çêbibe ku di demên pêş de em hinek geşedanan bibînin.” 
  
YEK JI ROJEVAN JÎ REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÛ 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha domand: “Li Tirkiyeyê di mijara pergala edaletê de gelek pirsgirêk hene û me derfet dît ku van bi berfirehî binirxînin. Di halê hazir de yek ji serenavên herî girîng jî mijara girtiyên nexweş e. Em dizanin ku tu aliyekê vê mijarê ya însanî û hiqûqî nîne. Me got ku divê ji bo girtiyên nexweş demildest sererastkirin bên kirin, di mijara raporên ATK’ê de bi lez û bez sererastkirin çêbibin da ku girtiyên nexweş bên berdan. Me daxwazên xwe yên di vê mijarê de parve kirin.” 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît, destnîşan kir ku wan sererastkirina qanûnî ya di dema pandemiyê de ji bo mercên berdana bişert hatiye derxistin lê “sûcên rêxistinkirî” li derve hatiye hiştin jî nîqaş kirine. Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha pê de çû: “Me li wir got ku divê meseleya sûcên rêxistinkirî li derveyî qanûnê dihêle were çareserkirin û qanûneke wekhev be. Wekî hûn jî dizanin AYM’ê sûcê ‘her çend endamê/a rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ îade kiribû. Lê tevî biryara AYM’ê jî mixabin Meclisê bi heman awayî hate amadekirin û qebûlkirin. Hinek agahî hatin ber destê me ku dîsa dixin paketa nû. Divê ev mijar bêyî hincet ji holê were rakirin. Me jê xwest ku sererastkirineke li gorî biryara AYM’ê were amadekirin. 
 
LIJNEYÊN ÎDARE Û ÇAVDÊRIYÊ 
 
Yek ji mijara din a hevdîtinê jî Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bûn ku tehliyeya girtiyan asteng dikin. Me xwest ev lijne jinûve bên nirxandin û demokratîkkirin. Li gel vê; me got ku divê ev lijneye biryarên xwe li gorî krîterên objektîf bidin. Ev mekanîzma, weke mekanîzmaya cezakirinê ya duyemîn tên bikaranîn û me xwest bên demokratîkkirin û wisa di paketê de cih bigire. 
 
Mijara cezayên disiplînê yên li girtiyên nexweş tên birîn jî di rojevê de bû. Divê ev cezayên disiplînê jinûve bên sererastkirin. Çalakiyên girtî ji bo başkirina mercên xwe dike divê weke sûcê disiplînê neyên qebûlkirin û me ev mijar parve kir.” 
 
DOZA KOBANÊ 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand û ji bo pirsa “Ji bo daxwaza xwe ya têkildarî tecrîda ser birêz Ocalan û qanûna înfazkirina cezayê, wezîr çi bersiv da?” wiha got: “Me firsend dît ku van mijaran tevan biaxivin. Birêz wezîr jî ev mijar tevek bi baldarî nivîsandin. Jixwe têkildarî hinek sererastkirinên qanûnî nirxandinên me yên hevpar hene. Her kes dizane ku gelek sererastkirinên qanûnî yên ne adilane, neheq û newekhev hene. Weke mînak; dema qanûn derketî, tenê ji bo girtiyên edlî bû. Xetere li ser hemû kesan hebû lê sûcên rêxistinkirî li derveyî vê hatin hiştin. Me jî ji wan re got ku ev yek adilane nîne. Wan jî gotin ku dê di vê mijarê de bixebitin. Her mijara me behs kirî wan bi baldarî nivîsand û gotin ku dê li ser bixebitin û di vê mijarê de di demên pêş de bişêwirin. Em têkildarî Doza Kobanê û çendek mijarên din jî axivîn.” 
 
 

Sernavên din

13:54 Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan
13:17 Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne
12:59 Xebata Şaredariya Rezanê ya salekê
12:58 Li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
12:18 Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin
12:06 Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
11:47 Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
11:07 Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
11:07 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
10:38 Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
10:36 Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
10:18 Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
09:36 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin
09:35 Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
09:35 'Li Kurdistanê bi zanebûnî polîtîkayên çandiniyê yên şaş tên meşandin'
09:20 'Bi qedexekirina sezeryanê dixwazin serdestiyê li bedena jinê bikin'
09:15 Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina medyaya ‘dijî pêvajoyê’ bang kirin
09:01 Diranên girtiyê nexweş ê 9 sal in nayê dermankirin ketin
09:01 Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
08:53 Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan
08:21 Li Hewlêrê hevdîtineke girîng
23/04/2025
16:50 Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû
16:20 Walîtiya Stenbolê: 151 kes birîndar bûn
16:02 Li Stenbolê di 3 saetan de 51 erdhej çêbûn
15:58 Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê
15:54 Şîna Çelîk bi girseyî hate ziyaretkirin
15:49 Li Buyukçekmeceyê du erdhej çêbûn
15:47 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin’
15:21 Li Amedê 1’ê Gulanê dê li Stasyonê bê pîrozkirin
15:11 ‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’
14:51 AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin
14:44 Jeolog Gorur: Ev ne erdheja em li bendê ne, ew dê bi ser pileya 7’ê re be
14:28 Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
14:17 8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
14:07 Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
14:02 Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
13:55 Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
13:16 Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin
14:36 Li Amedê bernameya Roja Rojnamegerên Kurd
14:28 Li gelek bajaran starta 'Aştî û Civaka Demokratîk'
14:14 Hevşaredar Şedal û Zeydan beraet kirin
14:06 Qedexeya derketina derveyê welat a rojnameger Gok dîsa nehat rakirin
13:52 10'emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
13:11 DEM Partiyê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da
13:03 Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê
12:18 Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî
12:13 Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne
11:48 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
11:46 Dixwazin kana madenê mezintir bikin
11:45 Mazlûm Ebdî: Konferansa Neteweyî wê di 26 'ê Nîsanê de were lidarxistin
11:33 Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê
11:33 Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
11:24 Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in
11:22 Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
10:59 Welatî ji bo çareseriyê îşaret bi parlamentoyê dikin
10:49 Erdogmûş: Divê têkoşîna aştî û demokrasiye tenê li ser milê Kurdan nemîne
10:40 Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man
10:19 6 xizmên xwe di pevçûnê de winda kir: Ger dewlet samîmî be divê gav bavêje
09:51 Berwarî: Eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin dê Iraq zirarê bibîne
09:48 Tevî biryara AYM'ê jî nayê berdan
09:26 Li Bazara Şivanan bazarî dest pê kir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî girtîgehên wekî bîran didome
09:02 Berdana girtiyê nexweş 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2025
21/04/2025
23:13 Girtiya nexweş Ozge Ozbek ji bo dermankirinê hat tehliyekirin
22:58 Ji Omer Çelîk daxuyaniya der barê 'pêvajoyê' de: Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin
20:47 Ji Abdullah Ocalan ji bo Onder peyam
16:21 Ji bo Dayika Aştiyê Sakîne Arat mewlûd hate dayin
16:11 DEM Partiyê têkildarî Ahmet Turk daxuyanî da
15:50 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya