COLEMÊRG - Rihan Yaşar a 82 salî ku di sala 1994’an de kurê wê li Geverê hatibû windakirin û ji bo kurê xwe têkoşîna edaletê didomîne, diyar kir ku çareserî di nexşerêya Abdullah Ocalan de ye.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Malbatên ku di şerê 50 salan de zarok û xizmên xwe winda kirin, piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û dixwazin dewlet gavên şênber biavêje.
Malbata Mehmet Yaşar ku di sala 1994’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê hatibû windakirin û aqûbeta wî nayê zanîn, ji bo serkeftina pêvajoyê piştgirî ji hemû aliyan xwest.
‘EM LI HER QEREQOLÊ LI MEHMET GERIYAN’
Dayika Mehmet Yaşar a 82 salî Rihan Yaşar diyar kir ku ew li Oremarê ji dayik bûne û mezin bûne û her kesî kurê wê Mehmet nas dikir. Rihan Yaşarê got ku hevalê kurê wê ji hêla hêzên tarî yên dewletê ve hate qetilkirin û kurê wê jî di merasîma definkirina cenazeyê hevalê xwe de hedef hatiye nîşandan. Rihan Yaşar, wiha domand: “Piştî merasîma cenazeyê leşkeran bi ser mala me de girtin. Me hewl da Mehmet veşêrin lê me nekarî. Ew bû dîtina me ya dawî ya Mehmet. Em li hemû qereqol û emniyetan geriyan, li her gir û erdan em li Mehmet geriyan. Lê her cara em çûn qereqolê ji me re gotin ‘kurê we li vir nîne, niha tev li PKK’ê bûye.’ Ev derew kirin.”
‘HETA HESTIYÊN WÎ JÎ NEDAN ME’
Rihan Yaşarê da zanîn ku kurê wê hatiye qetilkirin û piştre jî cenazeyê wî bi helîkopterê birine û avêtine cihekî kesek pê nizane. Rihan Yaşarê, wiha odmand: “Kesekê wê demê ev komkujî dikirin bi xwe wisa got. Gotibû ‘avêtin Çiyayê Katoyê.’ Mîna kurê min Mehmet bi hezaran kesên din hatin kuştin. Mehmet jî yek ji wan e. Ev bû 32 sal em aqûbeta kurê xwe nizanin. Tenê yek hestiyê wî jî nedan me. Ji me xwestin em biçin li bin her çiya û keviran binêrin. Gotin ‘herin kurê xwe wisa bibînin.’ Me li goristanên bêkesan nihêrt, em li her derê lê geriyan lê me yek hestiyê wî jî nedît.”
‘ME BI HEZARAN ÇÎÇEKÊN XWE WINDA KIRIN’
Rihan Yaşar, bal kişand ser banga 27’ê Sibatê û diyar kir ku ji bilî nexşerêya Abdullah Ocalan pêşkeşî gelan kiriye tu rêyên din ên çareseriyê nînin. Rihan Yaşarê got: “Ev rê, rêya aştî û azadiyê ye. Heke guh nedin vê bangê, heke dewlet gavan neavêje, em ê hêj mewlûdan bidin, şînan deynin. Ji bo ev şer bisekine, ji bo piştevaniya bi vê rêya pîroz re, divê dewlet gavan biavêje. Me bi hezaran çîçekên xwe winda kirin û naxwazin êdî ji dest bidin. Piştî ev pêvajoya aştiyê çêbû, em dixwazin faîlên zarokên me bên darizandin. Em dixwazin hevhelal bikin û hevrû bibin.”
‘EM JI KESÊ EV RÊ PÊŞNIYAR KIRIYE BAWERIN’
Di berdewamê de Rihan Yaşarê da anî ziman ku bi aştiyê re dê avek li dilê Dayikên Şemiyê were kirin û wiha pê de çû: “Em her roj dibînin ku dayik, bav, xwişk û bira wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin digirin hembêza xwe û dixwazin cihên gorên wan bizanin. Em dixwazin kesên ev cînayetên kiryarnediyar kirin derkevin holê, aqûbeta zarokên me diyar bibe. Çi bi serê zarokên me hat? Gorên wan li ku ne? Em bersivan van pirsan dixwazin. Em ê tûrekî bibin û cenazeyên xwe bînin. Ev yek dê dilê me rehet bike. Em ji vê pêvajoyê bawer in, em kesê ev rê pêşniyar kirî bawerin. Em dixwazin êdî dewlet daxwazên me bicih bîne û gavan biavêje. Tevî bedelên giran jî em li gel aştiyê ne. Heke zarokê cîranê min jî bimire, ew zarok zarokê min e. Em, aştiyê dixwazin. Em mafên xwe, mafên xwe yên însanî dixwazin. Ji bilî mirinê tu tiştekî nadin pêşiya me. Heke aştî çênebe dê mirin dîsa bidomin. Lê em ê her aştiyê biparêzin.”
‘EM DIXWAZIN HÊJ NEMIRÎN AŞTIYÊ BIBÎNIN’
Rihan Yaşarê destnîşan kir ku divê her kes bi girîngiya pêvajoyê bizane û axaftina xwe wiha qedand: “Hemû dewlet piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Ez dixwazim beriya bimirim aştiyê bibînim. Hêzên navdewletî girîngiyê didin fikrên Abdullah Ocalan û dizanin ku ji bilî vê rêyê aştî nabe. Em hêz bidin vê rêyê û dixwazin dewlet bi awayekî şênber ser maseyê rûne. Em şirîkên vê aştiyê ne û dixwazin gavên şênber bên avêtin.”
ÇÎROKA MEHMET YAŞAR
Mehmet Yaşar dema 32 salî, ji bo pirsîna aqûbeta Mehmet Zekî Yilmaz ê di 28’ê Sibata 1994’an de hatibû revandin û qetilkirin, ji malê derket û êdî venegeriya. Yaşar, beşdarî merasîma definkirina cenazeyê hevalê xwe yê nêz Yilmaz bû ku di bin çavan de hatibû qetilkirin. Di dema definkirina cenazeyê de hate şopandin. Yaşar, xwe spart mala xizmekî xwe û piştre mala ku tê de dima hate dorpêçkirin. Bi şev saet derdora 20.00’ê jî li malê lêpirsîna nasnameyê hate kirin û komên polîsan jê re gotin ‘dê bi me re werî emniyetê’ û Yaşar binçav kirin. Îtîrafkarê bi navê Kahraman Bîlgîç, têkildarî binçavkirin û qetilkirina Yaşar wiha gotibû; “Mehmet Yaşar, bi fermana Fermandarê Tabûrê Mehmet Emîn Yurdakul anîn tabûrê. Îşkenceyên gelek giran lê hatin kirin. Di îşkenceyê de hestiyên destê wî xuya dikirin. Bûm şahid ku li helîkopterê siwar kirin û êdî ne anîn. Îxtîmalekî mezin ji helîkopterê hatiye avêtin.”
MA / Rûken Polat - Mazlum Engîndenîz