Yekîtiya Ewropa: Bila Tirkiye leşkerên xwe vekişîne
- cîhan
- 10:30 18/10/2019
Yekitiya Ewropa, carek din operasyon û erîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û xwest Tirkiye leşkerên xwe paşve vekişîne.
Yekitiya Ewropa, carek din operasyon û erîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û xwest Tirkiye leşkerên xwe paşve vekişîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trûmp, piştî agirbesta ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin, axivî û ev tişt got: "Min got divê ku hinek şer bikin. Hûn ê destûr bidin ku weke 2 zarokên li dibistanê şer dikin û paşê wan ji hev biqetînin. Çend rojan şer kirin û heta herta bixwazî tund bû."
Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad têkildarî êrişên Tirkiyê cara ewil daxuyanî da û got: “Em ê li dijî êrîşkariya Tirk li her deverê Sûriyê bi amûrên rewa bersivê bidin.”
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova, diyar kir ku lihevkirina di navbera Şam û kurdan de bi kêfxweşî pêşwazî kirine û li bakurê Sûriyeyê bi awayekî micid rageşî bilind bûye.
Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku piştî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 300 hezar kesî ji neçarî malên xwe terk kirine.
Li welatên firotina çekan a ji bo Tirkiyê sekinandin Swêd jî lê zêde bû. Swêdê biryar da ku firotina çek û kelûpelên eskerî ya ji bo Tirkiyê sekinand.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen, ji Paytextê Sûriyeyê Şamê bang li Tirkiyeyê kir û xwest Tirkiye şer rawestîne.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, polîtîkayên Amerîkayên yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne kir û da zanîn ku dê di çarçoveya Mutabaqata Edeneyê de navbeynkariya xwe ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bidomînin
Wezareta Karên Derve ya Kanadayê, ragihand ku Kanadayê îxracata çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand. Her wiha îro Spanyayê jî heman biryar girtibû.
Wezîrê Karên Derveyê yê Iraqê yê berê Hoşyar Zêbarî, got Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "qirkirineke etnîkî" dike.
Piştî leşkerên Amerîkayê, Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê jî ragihand ku ji Minbicê vekişiyane.
Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Mark Esper, diyar kir ku şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê “Dagirgeriya yek alî ya Erdogane” û got: “Ev bû sedem ku li gelek deveran mirov bimirin, koçberî çêbe û hilweşandin pêk were.”
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Rusya Alelsandr Lavrentyev, diyar kir ku wan di navbera rêveberiya Şam û kurdan de navbeynkarî kirin û got: “Divê li ser xeta sînor a Sûriyeyê artêş bê bi cihkirin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku leşkerên rûs li bakurê Sûriyeyê li xeta hevbirînê ya hêzên hikûmetê artêşa tirk dewriyeyan davêje.
Ofîsa Mafên Mirova ya NY têkildarî operasyona li ser Rojava didome Tirkiyê hişyar kir.