Rûsya: Me bi kurdan re diyalog danî
- cîhan
- 14:06 23/10/2019
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov diyar kir ku bi kurdan re diyalogê danîne û hevî dike ku garantiya terkkirina herêma sînor bidin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov diyar kir ku bi kurdan re diyalogê danîne û hevî dike ku garantiya terkkirina herêma sînor bidin.
Li herêma Essexê ya Îngilistanê di qamyonekê de cenazeyê 39 kesan hat dîtin.
Berdewkê Kremlînê Dmîtriy Peskov, têkildarî lihevkirina wan û Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku heke hêzên kurd venekişên dê bibin hedefa êrîşên artêşa tirk.
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad, beriya hevdîtina Erdogan û Pûtîn, li Îdlibê bi Artêşa Sûriyeyê re hat gel hev.
Li Almanyayê Parlamenterê CDU'yê Roderîch Kîesewetter, daxwaz kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmeke mirovî bê avakirin û ji aliyê yekîneyên leşkerî yên Ewropayê ve bê parastin.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper, diyar kir ku ji bo refîneyên petrolê nekevin destê DAIŞ'ê dibe ku komeke leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê bimînin û bi QSD'ê re van deveran biparêzin.
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû, diyar kir ku êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên ku li welat pêk tên, ketiye rewşe ku ne bi dilê wan û ev rewş jî wan dike nav fikaran.
Li Avûstûryayê rojnameyan îro bi armanca şermezarkirina zextên hikumetê yên li ser çapemeniyê rûpelên xwe yên yekemîn reş kirin û zext şermezar kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî yekîneyên kurd li dijî hiqûqa navdewletî ye û ne meşrû ye.
Nûnerê têkoşîna taybet ê li dijî DAIŞ'ê yê DYA'yê Brett McGurk, diyar kir ku wan xwest sînor li pêş DAIŞ'ê bigirin û wiha got: "Me ji Tirkiyeyê xwest deriyê sînor li DAIŞ'ê bigirin ku neçin Sûriyeyê. Lê Tirkiyeyê ev daxwaza me red kir. 40 Hezar DAIŞ'î di Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûn."
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, ragihand ku rayedarên rûn li Şamê bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtin pêk anîne.
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tûsk, peymana agirbestê ya di navbera DYA û Tirkiyeyê de ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat çêkirin nirxand û got, ev ne agirbest e, bi vê tê xwestin kurd vekişin.
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron û Serokwezîrê Îngistanê Borîs Joohnson, ji bo êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binirxînin, biryar dan ku bi Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan re bên gel hev.
Li gorî rapirsîneke ku hatiye kirin, ji sedî 91'ê almanan li dijî firotan çekan a ji bo Tirkiyeyê ne û ji sedî 65'ê wan jî dixwazin danekirinên aborî li ser Tirkiyeyê bên ferzkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, têkildarî agirbesta Amerîka û Tirkiyeyê, diyar kir ku ew dixwazin Pirgirêka Kurd li ser esasê yekparebûna Sûriyeyê û diyaloga di navbera QSD û Şamê de bê çareserkirin