Li Nisêbînê Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê vedibe
- çand û huner
- 09:01 06/12/2024
Çalakiyên çand û hunerê yên ku 8 sal in li Nisêbînê ji aliyê qeyûm ve dihatin astengkirin, wê bi Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê re ji nû ve zindî bibin. Hunermendên ku diyar kirin ku ew ji bo gelê Nisêbînê hatine cem hev, banga tevlîbûna vekirina komeleyê kirin ku wê di 8'ê Kanûnê de bê vekirin.