NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Mexmurê ku bi peyama Abdullah Ocalan ve kêfxweş bûn û gotin: “Em piştî peyama Rêbertiyê weke çîçekeke ziwa ji nû ve şîn bûn.”
Welatiyên ku ji ber şewata gund û tundiya Tirkiyeyê di salên 1993-94'an de ji Şirnex û Colemêrgê koçî Iraqê kirin, bûn penaber. Penaberên Kurd ku neçarî guhertina gelek kampan bûn, di sala 1998'an de li Kampa Mexmûrê ya Neteweyên Yekbûyî bi cih bûn. Pêvajoya nû, ji bo welatiyên ku di bin tundiya Tirkiyeyê, dorpêça PDK û hikûmeta Iraqê de dijîn hêviya vegera axa xwe çêkir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8’ê Tebaxê de peyameke ji gelê Mexmûrê re şandibû û tê de gotibû: “Gelê Mexmûre, di dîrokê de çawa bûbû hîmê têkoşîna me, dê di avakirina aştî û civaka demokratîk de jî heman rol û mîsyonê li xwe bigirin.” Herwiha di peyamê de hatibû destnîşankirin ku ger pêvajo bidome dê Mexmûrî karibin vegerin ser axa xwe. Ev peyam ji bo şêniyên Mexmûrê moral û kelacan ava kir.
Endama Kordînasyona Îştarê Azîme Kabul, diyar kir ku peyam ji bo jinan bi wate ye û ji bo peyam bighîje armanca xwe dê bixebitin û wiha axivî: “Peyama Rêbertiyê hêz û moral da me. Lewra bi salan e me tu agahî ji Rêbertiyê nedigirt. Di peyama xwe de silavên xwe ji bo Kampa Şehîd Rûstem Cûdî re şandiye. Silavên wî ji bo me pir bi qîmet e û pir bi wate ne. Çend sal in me tu agahî jê nedistand ev rewş bi awayake neyînî li ser me bandor dikir. Rêbertî ji bo me jinan jêderka têkoşînê ye.”
TÊKOŞÎNA DI MERCÊN AMBARGOYÊ DE
Azîme Kulê bal kişand ser ambargoyên li dijî kampê û wiha pê de çû: “Ev çend sal in li ser vê kampê ambargo didome, çûyîn û hatina kampê tê astengkirin. Tundî û gefên dewleta Tirk hebûn. Bi piştgiriya PDK’ê bi salan e çûyîn û hatinê de em rastî pirsgirêkan dihatin. Rexmê vê yekê dewleta Iraqê ev 3-4 sal in ambargoyeke giran daye ser kampê. Destûra dabînkirina pêdiviyên bîngehîn jî nîn e. Di vê kampê de ji 6 hezarî zêdetir mirov lê dijîn û di mercên jiyana zehmet de li ber xwe didin. Lêbelê rexmê tundiyên dewletê kamp têdikoşe. Ev 2 sal in me çalakiyeke li dar xistiye. Hemû jin û dayik di vê çalakiyê de cih digirin. Ev çalakî ji bo azadiya Rêbertiyê ye. Divê em jin bêtir têbikoşin û em têkoşîna Rêbertiyê bêtir li cîhanê belav bikin.”
‘EM JI BO BERPIRSIYARTIYÊ AMADE NE’
Hecî Çelî jî diyar kir ku peyama Abdullah Ocalan ji bo wan deriyê serdemeke nû vekiriye û ev tişt got: “Gelê Mexmûrê gelê şoreşê ye. Bi îdeolojiya Rêber Apo, hişmendiya welatparêziyê ava bû. Ji bo avakirina vê civakê, bedelên giran hatin dayîn. Berî çend rojan ji Rêber Apo peyamek ji bo me hat. Bi salan e me tu peyamek jê wernegirtibû. Bi destpêka pêvajoyê re me dîmenê wî dît û dengê wî bihîst. Bi van gavan ve baweriya me xurt bû û bû hêvî. Em heta dawiyê girêdayî Rêberê xwe û nirxên xwe ne.”
MA / Zeynep Durgut