• img

    Mizgîniya hikûmetê karker bêkar hişt

    Personelê Fakulteya Tipê yê Zanîngeha Egeyê Îlhan Yaman, diyar kir ku hikûmetê bi “Mizginiya Taşeron" karker ji kar dûrxistine û wiha got: "Ez bi vê pergalê betal mam. Ez û hevsera xwe wekî hev astengdar in û nikarin kar bikin." Yaman piştî ji kar hat avêtin li pêş fakulteyê dest bi çalakiyê kir.

  • img

    Ji bo Heskif û Sûrê li 20 welatan çalakiyên hemwext

    Bi minasebeta 28'ê Nîsanê Roja Çalakiyê ya Kurevî ya Heskif û Sûrê dê li 20 welatan hemwext çalakî bên lidarxistin. Endamê Têkiliya Navneteweyi yê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya Ercan Ayboga, diyar kir ku ji hewceza Dîcleyê heta Basrayê nêzî 123 cureyên zindiyan û mîrateyên dirokî di bin gefan de dijîn.

  • img

    Paylan: Bi baca welatiyan alîgirên AKP’ê dewlemend dibin

    Dema Rewşa Awarte hat îlankirin li Tirkiyeyê hejmara milyoneran li dor 93 hezar kesî bûn. Bi Rewşa Awarte re hejmara wan ji sedî 60 zêde bû. Berdevkê Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê Garo Paylan, bi lêv kir ku AKP bi bacên ku ji xizanan digire alîgirên xwe dewlemend dike û got: “Divê em şiyar bin, em tên şêlandin.”

  • img

    Rênçberên Wanî: Qedexeyan rakin

    Çotkarên Wanî projeya “300 mihî” ya hikûmet detayê wê ji raya giştî re eşkere nake rasteqîn nabînin û gotin: “Bila dewlet ne mihan, qedexeyên li ser zozanan rabikin. Heya qedexe berdewam bikin, em ne 300 mihan, dê nikaribin 3 mihan jî xwedî bikin."

  • img

    Starta 1’ê Gulanê li Evraza Kazanci hat dayîn

    Rêxistina HDP’ê ya Stebolê û pêkhatiyên HDK’ê starta 1’ê Gulanê bi dirûşmeya “Ji Newrozê heya 1’ê Gulanê em ê cardin werin” li Evraza Kazanci dan.

  • img

    Karkerên taşeronê yên ji kar hatin avêtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin

    Li Zanîngeha Egeyê, 450’î karkerên di sererast kirina kadrotiyê de bi hinceta “Lêpîrsîna ewlekeriyê” ji kar hatin avêtin, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

  • img

    'Bi Akkuyu Tirkiye dê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan'

    Pisporê Enerjiyê Muhdan Saglam, diyar kir ku ji sala 2010'an heta niha 3 caran vekirina Santrala Nukleerê ya Akkuyu pêk hat û wiha got: "Pirsgirêka finansê ya Akkuyu didome. Dibe ku ev proje neqede. Tirkiye ji sedî 55 xaza xwezayî ji Rûsya temîn dike. Tirkiye dê bi vê projeyê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan.

  • img

    Li Amedê kana petrolê ya nû hat dîtin

    Şirketekî Avustralyayê li Amedê kana petrolê ya nû dît.

  • img

    Krîzê li zêrkeran jî xist!

    Qûra dowîz û zêdebûna buhoyên zêran bandor li sektora zêrkeran jî kir. Zêrkeran anî ziman ku di piyaseyan de tirs û panik heye û xwestin demildest Rewşa Awarte bi dawî bibe.

  • img

    ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ veguherî qirkirina karkeran

    Sendîkaya Genel-Îş’ê ya Amedê bertek nîşanî “birêkûpêkkirina taşeron” a ku bû sedema 722 karker ji kar derbixin da û pergala “lêpirsîna ewlehiyê” şermezar kir.

  • img

    Masîvanan torên xwe dawî avêtin Gola Wanê

    Masîvanên Wanî torên xwe yên dawî avêtin Gola Wanê. Masîvan ji ber bihayê masiyên încî kefalî erzan in û mazot bihaye bi gazin in û diyar dikin ji ber depoya hewaya sar li benderê nîne nikarin masiyan bişînin bajarên din.

  • img

    Li Êlihê bi hezar û 200 lîreyî tên xebitandin

    Yek ji bajarên herî zêde betalî lê heye Êlih e. Ciwanên ku bi zor kar peyda dikin jî, bi heqdesteke di biniya meaşê kêmtirîn de dixebitin. Ciwanên karker gotin, ew rojê herî kêm 12 saetan dixebitin. Ciwanan bi lêv kir ku ew bê sîgorte dixebitin û mehê herî zêde hezar û 200 lîre distînin.

  • img

    Wanî: Zema herî zêde li bêaramiyê tê kirin

    Ji ber zemên ku her roj tên kirin êdî welatî nikarin debara xwe bikin. Waniyan destnîşan kir ku ya ku dibe sedema krîza aborî şer e û gotin: “Pereyên ku pê tang, top, çek, barûd û balafir tên kirîn dibin sedema bê aramiyê. Niha zema herî zêde li bêhuzûriyê tê kirin.”

  • img

    'Bi Nexweşxaneyên Bajar re nexweş mîna muşteriyan tên dîtin'

    Hevserokê Şaxa SES'e ya Îzmirê Dr. Fatih Surenkok, diyar kir ku bi pergala Nexweşxaneyên Bajar re bêtir ked erzan dibe û wiha got: "Bi pêşxistina pergala Nexweşxaneyên Bajar re îktîdar nexweşan wekî muşterî û rayedarên tenduristiyê jî wekî bazirganan dibîne."

  • img

    Ji bo betalî rabe, divê desthilatdar bê guhertin

    Nûnerê Herêma Çukurova yê DÎSK'ê Huseyîn Yaşar Gundogdu, diyar kir ku daneyên TUÎK'ê yên betaliyê rastiyê nîşan nade û wiha got: "Mirov tenê li rewşa Edeneyê binere dikare rewşa tevahiya Tirkiye ya betaliyê texmîn bike. Rêya xelaskirina betaliyê di guhertina desthilatdariyê re derbas dibe.

LÊGERÎN