NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê CHP’ê Înan Akgun Alp bal kişand ser daxuyaniya PKK’ê û got: “Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd, bijî Tirkiyeya serbixwe.”
Gelek siyasetmedaran têkildarî biryara Kongreya 12’an a PKK’ê peyam û daxuyanî dan. Parlamenterê CHP’ê yê Qersê Înan Akgun Alp jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got: “Peywira esasî ya siyaseta dema me ew e ku ji bo Kurd bikarin ziman, nasname û çanda xwe bidin jiyîn û weke hemwelatiyên me yên birûmet bijîn; ji bo dewleta me jî bêyî fikara ewlehî û dabeşbûnê weke komareke demokratîk bijî, gavan biavêjin. Welatê me hevpar e, hemwelatiyên me wekhev in. Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd û bijî Tirkiyeye serbixwe.”