MA'yê xwe gihand dîmenên ku dema amûrên tibbî yên nexweşxaneyê tên dizîn

  • rojane
  • 10:33 15 Tîrmeh 2025
  • |
img
ŞIRNEX - Ajansa me dîmenên ku gava ji Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê bi qamyonan amûrên tibbî tên derxistin bi dest xist. Rêveberiya nexweşxaneyê û midûrê tenduristiyê têkildarî diziya amûran de xwe li bêdengiyê datînin. 
 
Di demên dawî de bûbû rojev ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ya Şirnexê amûrên tibbî hatine dizîn. Bi qampyonan amûrên tibbî û derman, bêyî bên tomarkirin ji nexweşxaneyê hatine derxistin û ev yek dermankirina nexweşxan bi derengî dixe. Li ser vê Wezareta Tenduristiyê di meha Nîsanê de ji bo lêkolînkirina îdiayan lêpirsîn da destpêkirin û ji bo vê 2 mufetiş peywirdar kirin. Hat hînkirin ku di dawiya lêkolîna mifetişan de 2 kes ji peywirê hatine girtin û cihê hin kesan jî hatiye guherandin. Lê agahî bi dest neketin ku lêpirsîn bi çi awayî didome. 
 
Ajansa Mezopotamyayê (MA) dîmenên ku gava ji nexweşxaneyê amûrên tibbî û dermanên biha tên derxistin, bi dest xistin. 
 
Hat diyarkirin ku ji depoya nexweşxaneyê û hin beşên wê, dermanên biha bi awayekî rêkûpêk hatine dizîn. Di dîmenên hatin bidestxistin de, amûr li qamyoneke sergirtî tên barkirin. Dermanên ku di qoliyên mezin de, ji aliyê hin kesan ve li qamyonê tê barkirin. Dîmen, didin der ku bê ev sosreteke çawa ye û çawa bi awayekî organîzekirî hatiye kirin. 
 
Bêdengiya nexweşxaneyê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a di vî warî de jî didome. Berê jî gelek caran me bi rêya telefonê xwe gihand wan, lê hem nexweşxaneyê hem jî mdidûriyetê pirsên me bê bersiv hiştin û hat derpêşkirin ku midûrê tenduristiyê û midûrê nexweşxaneyê ne amade ne. 
 
Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de hin kes ji kar hatine derxistin, lê aqûbeta amûrên winda ne diyar e. 
 
MA / Zeynep Dûrgût - Dilgeş Rûvanas

LÊGERÎN

Ji bo 840encam hatin peydakirin, ên tên nîşandan 1 - 20

Rupel 0 / 0

20:13 Walîtiyê li Qoserê meşa zimanê dayikê qedexe kir
20:08 Sîraçê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Têkoşîn didome
20:04 Çelîkê 32 salan girtî ma bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:55 Li dijî zimanê vederkirinê divê em zimanê aştiyê û rojnamevaniya aştiyê ava bikin'
16:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Ozel
16:11 Emîne Erciyes li Mêrsînê hat bibîranîn
15:35 AYM’ê ji bo cezayê ji ber stranên Kurdî hatibû dayin biryara binpêkirinê da
15:14 Li Reqayê operasyona ‘ewlehiyê’ hat destpêkirin
15:07 Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ a li Sûriyeyê bi dawî bû
14:39 Meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kir
14:35 Şehmûs Sevdînoglû piştî 32 salan hate berdan
14:26 Sazî û parastvanên mafan ji bo berdana Ayşe Gokkanê bang kirin
14:13 Sendîkayên Skoçyayê ji bo Abdullah Ocalan bang li KE’yê kir
13:14 Partiya Çep a Ewropayê têkildarî ‘mafê hêviyê’ name ji KE’yê re şand
13:09 Di doza qetilkirina Cîhan Can de biryara mutalaayê hat dayin
12:57 Li dijî Macron çalakiya ‘Em her tiştî bloke bikin’ hate destpêkirin
12:49 Rapora ÎSÎG’ê ya Tebaxê: Herî kêm 194 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:42 Protestoyên li Nepalê didomin: Artêşa daket kolanên paytextê
11:18 Ekolojîstên ku meşiyan Bestayê: Bi têkoşîna rêxistinî em ê bi ser bikevin
11:02 Hiqûqnas Kanar: Êdî hincet neman û divê ji bo ‘Mafê hêviyê’ gavan biavêjin