STENBOL - Firoşkarê şekirê pembû Mehmet Şah Karataş ê ku zabitayan tundî lê kiribû serlêdana gilî kir. Karataş ê ku ji ber serlêdana gilî ya zabitayan di dosyayê de bûye gumanbar, diyar kir ku êriş ji ber nasnameya wî ya Kurd-Elewî pêk hatiye.
Mehmet Şah Karataş ê ku li Meydana Cumhuriyetê ya Bakirkoyê ya Stenbolê şekirê pembû difirot, rastî tundiya zabitayên Şaredariya Bakirkoyê hat. Di dîmenên êrişê yên aşkera bûne de, tê dîtin ku Karataş piştî ji aliyê zabitan ve hatiye derbkirin, dev û destê wî di nava xwînê de maye. Di dîmenan de tê dîtin ku li heman meydanê simîtfiroş, firoşkarên gûzan ên bi erebeyê û parsek hene, lêbelê êrişa zabita ya bi hinceta "firoşkariya gerok" li dijî Karataş balkêş e. Piştî êrişê Karataş bi pankarta "Ayşegul Ovalioglû îstîfa bike. Em şaredariya Bakirkoyê ya êrişî welatiyan dike, gef lê dixwe û heqaretê dike şermezar dikin" çalakî li dar xist û anî ziman ku êriş ji ber nasnameya wî ya Kurd-Elewî pêk hatiye.
Karataş diyar kir ku ji ber krîza aborî her kes zehmetiyên aboriyê dijî û ev tişt got: "Ez jî li Bakirkoyê ji bo debara zarokên xwe bikim, şekirê pembû difroşim, firoşkarê gerok im. Li vir gelek firoşkarên gerok hene. Ger firoşkarî qedexe be, divê ji bo her kesî qedexe be. Zabitayên vir tim tên û pembû şekirên min digirin. Herwiha wêne û vîdeoya min dikişînin. Piştre zabita dibêjin, 'em hezar û 644 TL ceza li te dibirin' û êrişî min dikin, gef li min dixwin û heqaretê li min dikin. Wan ev yek gelek caran kiriye."
'ÎDIAYA NIJADPERESTIYÊ'
Karataş têkildarî bûyerên di êrişan de hatine serê wî wiha got: "Zabita dibêjin, 'ez amîrê zabitayan im. Tiştek bi min nabe. Şaredar li pişta min e.' Ez jî dibêjim, 'li vir gelek firoşkarên gerok hene. Çima dest nadin yekî, mudaxaleyî yekî nakin, heta diçin silavê didin wan.' Vîdeoyên wan jî hene. Lê bela xwe bi min didin. Ji bo çi? Ji ber ku ez welatiyekî Kurd-Elewî me. Jixwe zabita dibêjin, 'ez ji Kurd û Elewiyan hez nakim. Em ê te bikujin.' Amîrên zabitayan Ayhan Kara û Mûrat Bîrcan her tim êrişî min dikin, gef li min dixwin û heqaretê li min dikin. Vîdeoyên min qeydkirî jî hene. Herwiha van zabitan berê jî mudaxaleyî kesên muzîkjenên Kurdî dikirin."
QALA ROJA TUNDIYÊ KIR
Karataş ê ku diyar kir ku rastî tundiyê hatiye, qala roja tundiyê kir: "Herî dawî dema ez diçûm rawestgeha otobusê, li dû min gazî min kirin. Ez rawestiyam û hat li min xist. Heta polîsan jî li wir bertek nîşanî vê rewşê dan. Şekirên min girtin û avêtin erdê. Di destê zabitayekî de amûre bibir hebû bi wê destê min birî. Şaredar jî li van zabitayan xwedî derdikeve. Du caran jî şekirên min ji nava dikanê girtin. Dikan ya hevalekî min e. Min danîbû nava dikanê. Min dît derî vekirin û şekirê di hundir de girtin û birin. Min got, 'lilkê taybet e, hûn bê destûr nikarin bikevin nava dikanê.' Wan jî zanibûn ku sûcdar in, loma bêdeng man."
'MIN GILIYÊ WAN KIR, EZ BÛM GUMANBAR'
Karataş anî ziman ku nikarîbû bi şaredar re jî hevdîtinê bike û wiha pê de çû: "Ez bang li her kesê ku mafên mirovan diparêze, dikim. Piştgiriyê bidin min. 4 caran bi îdiaya 'li hemberî memûr li ber xwe daye' min gilî kirine. Ez diçim qereqolê gilî dikim. Li qereqolê zabita dikin mexdûr, min dikin sûcdar û gumanbar. Dev û rûyê min di nava xwînê de ye, lê min dikin sûcdar. Her wiha CHP, ji Erdogan re dibêje 'dijminê kedkar'. Ev jî heman tiştî dikin. Di dawiyê de ez vê bibêjim, ez parêzer dixwazim, pêdiviya min pê heye."
ŞAREDARIYÊ ÎDIA DEREWAND
Amirê Zabitayan ê Şaredariya Bakirkoyê Hîkmet Avci yê ku em li ser telefonê pê re telefonê axivîn, îdiayên tundî û nijadperestiyê red kir û got ku wan der barê Karataş de serlêdana sûc kirine.
MA / Omer Îbrahîmoglû
