Hevserokên KNK’ê: Me PDK agahdar kiribû lê guh neda hişyariyan
- polîtîka
- 09:02 25/9/2023
Hevserokên KNK’ê Zeynep Mûrad û Ahmet Karamus dan zanîn ku beriya êrişa li dijî nûnertiya wan, hikûmeta Başûr hişyar kiribûn û wiha gotin: “Me jê re got ku gefên kuştinê li endamên tên xwarin û tevdîran bigirin. Lê guh nedan van hişyariyan. Dewleta tirk bêyî alîkariyê nikare êrişeke wiha pêk bîne.”