Bîlgen: Zanîngeha Osmangazî cewherê OHAL'ê ye
- polîtîka
- 13:54 06/4/2018
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser kuştina 4 akademisyenên Zanîngeha Osmangazî ya Eskişehîrê û wiha got: "Kuştina 4 akademisyenên Zanîngehê cewherê rastiya OHAL'ê ye."
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser kuştina 4 akademisyenên Zanîngeha Osmangazî ya Eskişehîrê û wiha got: "Kuştina 4 akademisyenên Zanîngehê cewherê rastiya OHAL'ê ye."
Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, ku di nav heyeta HDP’ê ya dê serdana Kurdistana Federe bike de cih digire, diyar kir ku rojeva sereke ya heyete ew e ku xebatên kongreya netewî ya kurd bilezîne.
Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, têkildarî hevdîtina herî dawî ya di 5'ê Nîsanê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk anî axivî û wiha got: "Heyeta dewletê ji Ocalan re got ‘Em girîngiyê didin ku HDP di meclîsê de cih bigire. Ji ber vê yekê bila serbixwe têkeve hilbijartinê' Lê piştî Ocalan piştgirî da biryara ku HDP wekî partî têkeve hilbijartinê ruyê heyeta dewletê guherî."
Hevseroka Giştî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di koma HDP'ê ya Meclîsê de bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan tê meşandin, polîtîkayên Erdogan, helwesta medya, tayînkirina qeyûma li ser çapemeniya kurd û geşedanên dawî. Buldan, anî ziman ku herî dawî di 5'ê Nîsanê de bi Ocalan re hevditin pêk anîn û ev ji bo Tirkiye asta şikandinê ye. Buldan, bertek nîşanî lixwekirina cilên leşkerî ya Erdogan da û wiah got: "Çiller jî berê cilên leşkerî li xwe kiribû. Lê niha êdî navê wê jî li holê tune ye. Çawa Çiller çû Erdogan jî dê bide dû.
Parlamentera HDP’ê ya Endama Komîteya Girtîgehan a TBMM’ê Sîbel Yîgîtalp, bertek nîşanî televîzyon û radyoya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jê girtin, da û got: “Ligel tecrîda heyî jî paradîkmaya Ocalan gehiştiye bi mîlyonan mirov. Dixwazin Ocalan ji agahiyên pêşketinên cîhanê qût bikin.”
Partiyên Kurdistanî yên li Wanê bal kişandin ser yekîtiya neteweyî ya kurd û gotin: “Divê em peyama gelê me ya di Newrozê de danî holê, baş bixwînin û li gorî vê tev bigerin. Azadiya kurdan bi yekîtiya neteweyî pêkan e.”
Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu bertek nîşanî “Kongreya Rizgariya Efrînê” ya li Dîlokê pêk hat û tayînkirina walî ya ji bo Efrînê û got: “Ev hem binpêkirina Destûra Bingehîn e û hem jî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.”
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, têkildarî geşedanên dawî li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî û wiha got: "Em bi feraseta ku êdî girtina rojnameyan derbas kirin û dest danîn ser makîneyên çapemeniyê re rû bi rû ne. Li Tirkiye ev yek ji bo azadiya raman û îfadeyê talûkeyek gelek mezin e.
Berpirsê Têkiliyên Derve yê QSD'ê Rêdûr Xelîl ê di şandeya Bakurê Sûriyeyê ya bi Serokomarê Fransa Macron re hevdîtin kirin de cih girt, derbarê hevdîtinê de got: “Ji bo Efrîn vegere rewşa xwe ya berê û gel vegere Efrînê, em li ser misogertiya navneteweyî ya Efrînê rawestiyan.”
Hevberdevka KCD’ê ya Mêrdînê Adalet Kaya der barê Newrozê 2018’an ku bi milyonan kes daqetin qadan û pîrozkirin de got: “Li qadan di dirûşmeyên jinan de qîrîniyek hebû. Navê vê qîrîniyê Efrîn bû.”
Der barê parlamenterên HDP’ê ji ber dozên hatine vekirin bi biryarên didin yek bi yek wekîliya wan dixînin. Nîqaşa “Dixwazin bi xistina wekîlên HDP’ê, hejmara wan ji parlamenterên MHP’ê kêmtir bibin” bi xwe re anî.
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di civîna koma partiya xwe de diyar kir ku Serokê AKP’ê ji bo teşkîlatên partiya xwe dibêje "Westîna metal heye' û wiha got: "Lê di rastiyê de ne westana metal heye. Westana Erdogan heye. Li derve OSO li hundir Çiftlikbang talan dike."
Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsiv, der barê dagirkeriya Tirkiye ya li ser Efrînê daxuyanî da û diyar kir ku Tirkiye li gel çeteyên ku li Efrînê bi cih kirin qirkeriya nijadî û civakî pêş dixe.
Nîqaşên ji bo hilbijartineke pêşwext didomin. Ligel van nîqaşan HDP’ê jî hem ji bo hilbijartina 2019’an hem jî ji bo hilbijartineke pêşwext dest bi amadekariyan kir.
Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat, diyar kir ku Tirkiye bi ketina Efrînê ket nava bêcaretiyê û got: “Ev ne serkeftine û Tirkiye nikare li wê derê bimîne. Serokomar Erdogan nefreta xwe ya li dijî kurdan derxist ser rûyê erdê.”