'Wê hesabê AKP'ê yê ji bo kurdan li hev dernekeve'
- polîtîka
- 09:25 13/11/2018
Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, ji bo êrîşên li hemberî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê got, hewldanên AKP'ê yên ji bo hilbijartina herêmî ne. Her wiha Togrûl, bilêv kir ku AKP bi nîqaşa sondê jî dixwaze dengên hilbijêrên kurd bigire û got: "Lê dê hesabê AKP'ê yê ji bo kurdan li hev dernekeve."