Koçyîgît: Li dijî tecrîdê derketin, li dijî şer derketine
- polîtîka
- 13:43 10/2/2019
Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, di Civîna 1'emîn Lijneya Giştî ya Serdema 9'emin a HDK’ê de axivî û got: “Li dijî tecrîdê derketin, di heman demê li dijî şer derketine.” Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Civîna xwe ya 1'emîn Lijneya Giştî ya Serdema 9'emin a li navenda xwe ya giştî ya li Taksîmê pêk anî. Gelek kes beşdarî civînê û civîn bi hilbijartina dîwanê dest pê kir.