Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
- polîtîka
- 12:45 14/5/2024
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan da zanîn ku di hevdîtinên bi partiyên siyasî de ev pêşniyar kirine: “Çareserkirina pirsgirêka kurd, mafê siyaseta demokratîk, li dijî krîza aborî ‘aqilekî hevpar, bidawîkirina êrişên li dijî têkoşîna jinan û destûreke bingehîn a nû ya xwe dispêre dabeşiya hêzan.”