Êşkence, binpêkirina mafan û rewşa girtiyan ji Wezîrê Dadê pirsîn
- polîtîka
- 14:46 04/9/2020
Parlamenterên HDP’ê rewşa girtiyên nexweş, êşkence û binpêkirina mafan ên li girtîgehan birin rojeva Meclîsê.
Parlamenterên HDP’ê rewşa girtiyên nexweş, êşkence û binpêkirina mafan ên li girtîgehan birin rojeva Meclîsê.
Di civîna MYK’a HDP’ê ya piştî çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê hat lidarxistin de, ji bo ku “Eniya Aştiyê/Tevgerê” bê avakirin, nîqaşên berfireh hatin kirin.
Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş got li dijî şer berpirsyariya her kesî heye û got: ''Kurd ne baş bin Tirk jî baş nabin.''
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, li Meclîsê "Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê" weşandin. Di deklarasyonê de hat diyar kirin ku pêkane ku şer û bêkarî bi dawî bibe.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, ji ber di demên dawî de endamên Meclîsa Ciwanan tên revandin û ji wan dixwazin ku bibin sîxur, pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bersîv bide. Dag anî ziman ku dixwazin xebatên partî û ciwanan îlegalîze bike.
Nivîskar û rojnameger Mihemed Seydî, di ji rojnameya e-rojname re nivîsî û bal kişand ser polîtîkayên ENKS'ê ya li dijî ziman parastinê.
Niviskarê e-rojname Ahmet Aktaş, di quncikê rojnameyê yê îro de bi ser navê "Li deryaya spî çidibe?" bal kişand ser geşedanên li Deryaya Spî û rewşa Tirkiye Yûnanîstan û Qibrisê.
Hevserokê KCD’ê di daxuyaniya li dijî tecrîdkirina Ocalan de hat dayîn axivî û got: “Pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e. Muxatabê vê jî birêz Ocalan e.”
Şandeya KCD’ê û DBP’ê li Wanê serdana rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî kir. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di serdanê de got bernameya wan li dijî faşîzmê bêhnstendin e û sedema krîzê jî tecrîd e.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, di çarçoveya pêngava sêyemîn a kampanya HDP'ê de li Mêrsînê bi Dayikên Aştiyê re hat cem hev. Guven, di ziyaretê de bal kişand ser nêzîkatiyên partiyên nû tên avakirin û wiha got: "Berê partî dihatin avakirin diçûn Qebra Ataturk (Anitkabir). Lê niha partiyan ava dikin diçin Amedê. Niha kêşeya Kurd tenê bi kongreyan çareser nabe. Divê gavên şênber û bi bawerî bên avêtin."
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîna Bûldan, li Bûrsayê di hevdîtina gel de axivî û got: “Sedema hemû pirsgirkên li Tirkiyeyê, pirsgirêka gelê kurde. Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin, ew ê belav bibin.”
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, di ziyareta li Colemêrgê de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: “Niha li Tirkiyeyê herî zêde û bi lez pêdivî bi aştiya bi rûmet heye. Pêdivî bi çareseriya pirsgirêka Kurd heye. Muxatabê pirsgirêkê jî Birêz Abdullah Ocalan ê ku niha li Girava Îmraliyê di tecrîda giran de tê girtin e."
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mithat Sancar, têkildarî karesata lehiyê ya li Giresûnê, bal kişandin ser nelirêyên avadan û projeyên HES’ê û gotin: “Êdî dem hatiye ku em bêjin êdî bese û Deryaya Reş rehet berdin.”
Rojmager Mihemed Seydî, têkildarî civîna Cinev 9 ku tê payîn sibê pêk bê, anî ziman ku gelek civîn hatin lidarxistin û heta niha nûnerên Kurd tev li gelek civînan nehatin kirin. Seydî pirsa "Yên li ser navê Kurdan nûnertiyê dikin kîne?" pirsî.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya xwe li ber şaredariya navçeya Kopê ya ku qeyûm tayîn kirine ji aliyê xelkê ve bi dirûşma “HDP gel e, gel li vir e” hat pêşwazîkirin.