ROJEVA 24'Ê GULANA 2025'AN
- rojane
- 09:01 24/5
Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan li Şirnexê di çalakiya ji bo girtiyên nexweş de axivî û got: “Divê polîtîkaya li girtîgehan biguhere û deriyên girtîgehan bên vekirin.”
Kesên tevlî kongreya KATDER'ê bûn piştgiriya xwe ya ji bo pêngavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman, bang li dewletê kirin ku gav biavêje.
Di danezana PM’a DEM Partiyê de wiha hate gotin: “Di çarçoveya beşdariyeke demokratîk û mafên civakî de, hewcehî bi mutabeqeteke civakî ya xwe dispêre rêgezên hemwelatiya wekhev heye.”
Li Girtîgeha Hejmara 2’emîn a Sîncanê, 47 girtiyên ku têlên ji şibakeyên wan ên hucreyê rakirin, mafên wan ên civakî hatin betalkirin û cezayê hucreyê li wan hate birîn.
Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin, ji bo girtina girtîgehên tîpa S û Y yên weke "girtîgehên tîpa şikeftê" tên naskirin, pêşniyarnameyek pêşkêşî meclîsê kir.
Rojnameger Gulistan Dûrsûn, ji ber ku beşdarî protestoya qetilkirina hempîşeyên xwe Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn bibû ji bo îfadeyê bangî wê kirin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê bi pêşengtiya Weqfa Barçayê projeya “Lîga Hêviyê” hate destpêkirin.
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak, got: “Dema mirov li rol û pozîsyona wî ya di pêvajoyê de dinirxîne, divê 'mafê hêviyê' yê birêz Abdullah Ocalan bê cîbicîkirin."
TUAY-DER, Baroya Amedê û şaxên OHD û ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan aşkera dikin.
Dîroknas Sedat Ûlûgana li ser nîqaşên têkildarî Peymana Lozanê nirxand û wiha got: "Bi rakirina Peymana Lozanê ve pirsgirêka Kurd çaraser nabe. Çareserî avakirina destûreke bingehîn a demokratîk û pirrengî ye."
Koordînatorê Giştî yê Ekopolîtîkê Ahmet Tarik Çelenk, diyar kir ku ji bo pêşeroja welat hewcehî bi çîrokeke hevpar û rêxistinên civaka sivîl ênmuhafezeker ên serbixwe heye.
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rêze-dokumantera Vejîna Kurd bi malpera xwe ya înternetê dest bi weşanê kir.
Hiqûqnasê Îtalî Ezio Menzione diyar kir ku piştî biryarên kongreya PKK’ê divê hikûmet di mijara aştiyê de inyeta xwe nîşan bide û got: “Hewceye girtiyên siyasî tavilê bên berdan. Divê Ocalan bikare guherîna daye destpêkirin li derve birêve bibe.”