Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
- rojane
- 11:17 12
Bêrîvan Barîn a OHD’î diyar kir ku li Girtîgeha Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hatiye astengkirin û got ev yek li dijî ruhê pêvajoyê ye.
Bêrîvan Barîn a OHD’î diyar kir ku li Girtîgeha Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hatiye astengkirin û got ev yek li dijî ruhê pêvajoyê ye.
Tulay Hatîmogûllari ya ku di meşa “Budçeya bo ked û aştiyê” ya DEM Partiyê de axivî got: “Budçe, rêvebirina welat a welatekî ye. Em ji bo ‘budçeya şer û rantparêziyê bibêjin na’.”
Li Cizîrê piştî ragihandina xweseriyê li ser qedexeya derve 10 sal bihurîn. Hizna Arslan a ku 10 sal in cenazeyê keça xwe Hacer Arslanê digere, got: “Kezeba min şewitî, bila kezeba tu dayikekê neşewite. Hevêviya me sekana xwînê û hatin aştiyê ye.”
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya ÎHD'ê Hakki Demir diyar kir ku her çend hawirdoreke bê pevçûn girîng be jî, bicihanîna maf û azadiyên bingehîn ji bo aştiyeke mayînde girîng e. Endamê MYK’a ÎHD’ê Nûrettîn Taniş jî got ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê dewlet tavên şênber biavêje.
Li gorî lêkolîna SAMER’ê, ji sedî 62,8’ê hilbijêrên Kurd ên CHP’î, biryara CHP’ê ya neçûna Îmraliyê neyînî nirxandin. Ji sedî 47’ê hilbijêrên Kurd ên digotin dengê xwe didin CHP’ê got ku dê êdî dengê xwe bidin DEM Partiyê.
Endamên TJA, DEM Partî û Platforma Şiyar Be ku ji bo meşa girseyî ya ku dê di 14'ê Kanûnê de li Licê were lidarxistin, banga beşdarbûnê kirin, gotin ku beşdarbûna meşê dê bersiveke xurt li dijî polîtîkayên şerê taybet be.
Dayikên Aştiyê, îşaret bi israra xwe ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re kirin û diyar kirin ku divê azadiya wî ya fizîkî demildest were misogerkirin.
Girtiyê bi navê Burak Buyukkaya ku binpêkirinên li Girtîgeha Dûmlû ya Hejmar 2 ragihand, diyar kir ku nameyeke ku jê re hatiye şandin hatiye sansûrkirin û got: "Tenê rêza 'Hay ji xwe hebe, heval' li ser rûpelê maye; yên mayî jî hatine xêzkirin. Bê guman, ev ne cara yekem e."
Çetîn Arkaş li Sêrtê di civîna gel de axivî û got: “Em tevek dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn. Têkoşîna me ji bo vê ye.”
Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku di beşa çavdêriya awarte de ye dê bi dayîna antîbiyotîkên nû bidome.
Bi beşdariya Veysî Aktaş, li Nisêbînê civîna “Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin. Di civînê de welatiyan, desnîşan kirin ku aştî pêdiviya herî lezgîn e.
Wekîlê DEM Partiyê Vezîr Coşkun got ku Tirkiye piştgiriyê dide NATO’yê ku lêçûnên ji bo parastinê zêde bike û Fîdan jî ji bo vê hewl dide welatan qaneh bike.
Rêxistinên maf, hiqûq û civakî rapora xwe ya têkildarî girtîgehan aşkera kir û gotin ku rexmê pêvajoyê jî girtî bi binpêkirin û bêhiqûqiyan re rû bi rû dimînin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî biryara demborînê ya di doza “Operasyona Vegera li Jiyanê” de ku 12 girtî hatibûn qetilkirin, bi hinceta derqanûntiyê îtîraz kir.