Li 3 şaredariyan hilbijartin hat kirin: GOP kete destê AKP’ê
- rojane
- 11:46 11/6
Piştî girtina şaredarên Avcilar, Buyukçekmece û Gazîosmanpaşayê, hilbijartinên serokwekîlan tên kirin. Di hilbijartina Gazîosmanpaşayê de namzetê AKP’ê bi ser ket.
Piştî girtina şaredarên Avcilar, Buyukçekmece û Gazîosmanpaşayê, hilbijartinên serokwekîlan tên kirin. Di hilbijartina Gazîosmanpaşayê de namzetê AKP’ê bi ser ket.
Hevserokê DAD’ê Zeynel Kete diyar kir ku daxwazên Elewiyan û hemû derdorên bawerî û bindestan dikare bi pêvajoya aştiyê re veguherin destkeftiyan û got: “Şêweyê baweriyê û civaka Elewiyan û modela civaka demokratîk gelek dişibin hev.”
Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku li girtîgehê du caran krîza dil derbas kiribû, serlêdan hate kirin.
Ji sala 2016 'an û vir ve ketin û derketina gundê Wargenima qedexe ye, gund bi kûleyên leşkerî û dîwarên li ser sînor hatiye dorpêçkirin. Gund wek girtîgehê ye, li gund ji ber astengî û rêyên bi toz mirov zehmetî nefese digire.
Hevserokê Şaxa ÎHD'a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci diyar kir ku îktîdar tehliyekirina girtiyên nexweş weke amûrekî şantajê bi kar tîne û got: "Li Tirkiyeyê dewlet biryarê dide ka dê kî bijî kî bimire. Canê mirovan di destê dewletê de veguheriye amûra bazariyê."
Welatiyên Amedê xwedî li banga dîrokî ya Abdullah Ocalan derketin û gotin: “Ji bo pêşketina pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad be û Meclis gavan biavêje.”
Li gundê Ewrekê yê Elkê demsala Biharê hêj nû dest pê dike. Gund, bi hewayê hênik, bi avên xwe yên zelal û bi xwezaya xwe geştiyaran mest dike.
Wekîlê DEM Partiyê Zekî Îrmez diyar kir ku pêşnûmepirsên têkildarî talankirina xwezaya herêma Botanê ji hêla Meclisê ve yan bêbersiv tên hiştin an jî tên redkirin û got: “Li dijî xwezaya Botanê şer dane destpêkirin.”
Perîşan Ozlu ku hevjînê wê di îşkenceyên giran ên dewletê û kur û keçeke wê jî di şer de jiyana xwe ji dest dan, diyar kir ku tevî ewqas êş û zilmê jî ew aştiyê dixwazin û ew bi Abdullah Ocalan re ne.
AYM’ê ji bo nameyên 11 girtiyan ku bi hinceta “fikaredar e” ji hêla girtîgehan ve hatibûn desteserkirin, biryara binpêkirinê da.
ÎHD'ê ji bo endama xwe Hatîce Onaranê ku ji ber şandina pereyan a ji girtiyan re hatibû girtin, ji Parlamentoya Ewropayê re name şand.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tevî bertekan jî 30 neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê.
Li navçeya Qelqelî ya Wanê mînîbusek û motorsîklêtek li hev qelibîn. Di qezayê de 2 ciwanên li motorsîklêtê siwar jiyana xwe ji dest da.
Şaxa ÎHD’a Dêrsimê bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên nexweş û xwest girtiyên rewşa wan giran, ên kal û yên astengdar tavilê bên berdan.