Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e
- jin
- 09:19 10/5/2023
Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Semsûrê Meryem Cerîtlî ku li dijî zextên civakî her tim serî hildaye got: "Taybetî ji bo dengên jinên kêdkar bibim Meclisê ez bûm namzet"
Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Semsûrê Meryem Cerîtlî ku li dijî zextên civakî her tim serî hildaye got: "Taybetî ji bo dengên jinên kêdkar bibim Meclisê ez bûm namzet"
Jinên li gundên navçeya Posxov a Erdexanê anîn ziman ku divê êdî desthilata AKP'ê biçe û ji bo guherînê jî îşaret bi Partiya Çepên Kesk kirin.
Jinên dersimî diyar kirin ku desthilata AKP-MHP'ê jinan bi xizaniyê re rû bi rû hiştiye û gotin: "Em bawer dikin ku dê Partiya Çepên Kesk biguherîne. Hêviya me Partiya Çepên Kesk e."
DAKAP û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê derbarê 10 jinên ku di demên dawî de hatin gitin ku di nav wan de rojnamevan jî hene daxuyanî dan û gotin: “Armanca bingehîn a îktidarê astengkirina têkoşîna jinan a li dijî faşîzmê ye. Em tu carî dest ji mafên xwe, têkoşîn û azadiya xwe bernadin."
Namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk ên Herêma Egeyê wiha gotin: “Dê di 14’ê Gulanê de jin rejîma yekzilamî û faşîst têk bibin. Jin dê hêza guhertinê nîşan bidin.”
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga jinan a Parka Yogurtçuyê de axivî û wiha got: “Rejîma yekzilamî ji bo çûnê amade nîne lê jin ji bo têkbirina wan amade ne. Em li vir in dê bi hev re biguherînin.”
Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk a li Kadikoy a Stenbolê de hatin ba hev.
Hejmara 10'emîn a kovara webê ya Jinê ku her roja Yekşemê tê weşandin, bi sernavê "Wê ji vê sindoqê ne yek zilam dê wekhevî derkeve" derket.
Berdevka Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Şeyda Ataş da zanîn ku sibe dê li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê mitînga jinan li dar bixin û wiha bang kir: “Banga me ji bo hemû jinan ew e ku sibe bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin.”
Xwendekarên jin ên zanîngeha Akdenîzê diyar kirin ku ew êli dijî zîhniyeta serdest a mêranê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û gotin: “Ciwan êdî guhertinê dixwazin. Em vê guhertinê jî di partiya çepên kesk de dibînin.”
Komeleya Dema Jinan diyar kir ku dê piştevaniya xwe ya bi rojnamegerên jin re bidomînin û wiha got: “Çapemeniya Azad û rojnamegeriya jinan nayê bêdengkirin.”
Jinên ku li Bedlîsê li dora yekane namzeta jin a Partiya Çepên Keskî Semra Çaglar Gokalp bûn xelek wiha got: “Em ê bi hêza xwe di 14’ê Gulanê de AKP’ê û pergala wê biguherînin.”
Jinan li Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de di civîna taştê de hatin gel hev. Namzet Adalet Kaya bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û qirkirina li dijî jinan û gelê kurd.
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Semra Kiratli di hevdîtina bi jinan re de wiha got: “Em ê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin.”
Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik ê navçeya Elkê bi jinan re civiya. Namzeta Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal a di civînê de axivî, destnîşan kir ku aktorê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.