Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
- jin
- 10:54 27/10/2024
Hejmara 87’emîn a Kovara Jinê bi dirûşma “Zayendperestî, olperestî û neteweperestî” derket.
Hejmara 87’emîn a Kovara Jinê bi dirûşma “Zayendperestî, olperestî û neteweperestî” derket.
Jina ciwan Karam Sido a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Rihayê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Evîn Demîrtaş ji aliyê Abdullah Şehmûsoglû ve hat qetilkirin. Hevala Evîn Demîrtaş diyar kir ku Evînê bi tundiya sîstematîk re rû bi rû dima û tevî ku serî li qereqolê dida jî bêencam man.
Endama DEKAHDER’ê parêzer Şîrvan Yakût da zanîn ku di 9 mehên salê de hezar û 76 jinan ji bo tevdîrên li dijî tundiyê ji bo desteka hiqûqî daxwaz ji Baroya Amedê kirin e û piştî betalkirina Peymana Stenbolê tundiya li ser jinan zêde bûye.
Jinan serdana gora Evîn Demîrtaş a di 22’yê cotmehê de ji aliyê Abdûllah Şehmûsoglû ve hate qetilkirin kirin.
Cenazeyê Evîn Demîrtaş a ji aliyê Abdûllah Şehmûsoglû ve hate qetilkirin, li Goristana Yenîkoyê hate definkirin.
Abdûllah Şehmûsoglû yê li Amedê piştî Evîn Demîrtaş qetil kir reviya, 3 roj in nehatiye girtin.
Endama Meclisa Jinan a Zenûbya Jiyan Dêrik diyar kir ku Bêrîtan a ku wekî Jeanne d'Arc a kurdan tê bibîranîn, ji jinên cîhanê re mîrasek hiştiye û got ku jinên ku piştre bûne artêş, li dijî "xeta îxanetê" têkoşîna xwe berdewam dikin.
Endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bêrîvan Polat û Oznûr Evîn diyar kirin ku xebatên xwe li gorî paradîgmaya azadîxwaziya jinê dimeşînin û bi projeyên xwe hewl didin xwe bigihînin hemû jinan, di mijarên civakî û hiqûqî de serwext bikin û qadên jiyanê biafirînin.
Eren Keskînê diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi taybetî azadiya ramanê, binpêkirinên mafan û pirsgirêkên giran ên mafan heneç Keskînê got ku ev salek e serbestberdana 15 girtiyan tê astengkirin.
Jinan qetlîamên jinan bi meşê protesto kirin û peyama “Em banga mezinkirina berxwedanê dikin” dan.
Hat ragihandin ku rejîma Îranê cezayên nû da 5 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê ku Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Nêrgiz Muhammedî jî di nav de ne.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê di encamnameya civîna xwe ya ku tê de xeta têkoşîna siyasî ya serdema nû diyar kir de, bal kişand ser bandorên xirab ên şer li ser jinan û destnîşan kir ku jin wê di têkoşîna ji bo aştî û azadiyê û li dijî şer pêşengtiyê bikin. Di encamnameyê de hat gotin wê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" berxwedana jinan mezin bikin.
Jina êzidî Asya dema ji aliyê DAIŞ’ê ve hat revandin 14 salî bû û salan bi tecawizê re rû bi rû ma. Niha ew 24 salî ye û li gel du zarokên li Navenda Hêwirîna Demkî ya Haranê dimîne û li benda wê rojê ye ku vegere Şengalê.
Jinên ku ji bo Rojîn Kabaîş a cenazeyê wê 18 rojan piştî li Wanê windabû hate dîtin meşiyan, pirsa “Çi li Rojînê hat?” pirsîn.