Parêzer Ergul: Divê Mûsa Orhan bê girtin
- jin
- 09:05 05/12/2021
Parêzer Rengîn Ergul, anî ziman ku diviyabû çawîşê pispor Mûsa Orhanê ku tecawizî Îpek Erê kir û ji ber wî Îpek Erê xwe kuşt bihata girtin û got: "Pêşî em ê ji bo darizandina wî ya bi şertê kontrola edlî îtiraz bikin û bi dû re serî li îstinafê û Dadgeha Bilind bidin."