Qeyûmî zilamek li Koordînatoriya Midûriyeta Jinan tayîn kir
- jin
- 11:30 21/11/2024
Qeyûmê Şaredariya Êlihê Ekrem Canalp, psîkolog Recep Taşkin weke Koordînatorê Midûriyeta Jinan tayîn kir.
Qeyûmê Şaredariya Êlihê Ekrem Canalp, psîkolog Recep Taşkin weke Koordînatorê Midûriyeta Jinan tayîn kir.
Jinan ji bo meşa 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ku dê li Wanê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin û diyar kirin ku ew ê li qadan li dijî feraseta mêr-dewletê daxwazên xwe biqîrin.
Çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê didomin. Jinên li Stenbolê rê girtin, ji bo tevlibûna meşa Taksîmê bang kirin.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû li pêşiya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî axivî û got ku di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin û bal kişand ser qanûnên heyî.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcakê diyar kir ku wan midûriyetên jinan ên ku ji aliyê qeyûmt ve hatibûn bêerkkirin yek bi yek çalak kirine û projeyên ku ew ê bi sernavê "Tundî, tiryak, budçe û bajarê ewledar" pêk bînin vegot.
TJA’yê li Amedê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bi jinan re hevdîtin kir.
Ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren li Meclisê axivî û wiha bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriyê yên îktîdarê: “Heke hûn aştiyê bixwazin, dest bidin destê Îmraliyê. Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye.”
Şaredariya Cizîrê ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan û ji bo piştevaniya bi jinan re, xeta “Alo Şîddet”ê vekir.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê têkildarî binpêkirinên li GGM’an li dijî jinên penaber tên kirin daxuyanî dan. Hat diyarkirin ku dê têkoşîna wan a li dijî sepanên dermirovî bidome û xwestin GGM bên girtin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku herî zêde jin ji polîtîkayên şerê taybet biandor dibin û got: “Gelê kurd tu caran li dijî vê serî netewand. Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin.”
Meclisa Jinan a DBP’ê rapora xwe ya atolyeyên “Li dijî Şerê Taybet Hevdîtina Jinan” eşkere kir. Di raporê de hate gotin ku di 3 mehan de bi rêya atolyeyan xwe gihandine 3 hezar û 200 kesan û wiha hate gotin: “Ji bo bi rêya jinên rêxistinkirî civakeke azad were avakirin dê têkoşîna me bidome.”
Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cupolo di çalakiya TJA’yê ya 25’ê Mijdarê de axivî û got ku ew ne bûdçeya ji bo şer, ya ji bo jinan tê xerckirin dixwazin.
Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta “Rêya malbatê ya bi dewletê re digihije hev” derket.
Mamoste û hevberdevka Dibistana Şehîd Koçerî ya Amadehî ya Mexmûrê Hêlîn Kara diyar kir ku li Mexmûrê jin bi fikir û rêbazên neteweya demokratîk di nava civakê de roleke cidî dilîzin û got: "Heke pîvanên Neteweya Demokratîk pêk werin wê zilamek nikaribe di civakê de tundiyê bike."
Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozden Gurbuz Sumerê, diyar kir ku armanca wan ew e ku bi kampanyaya "Gotina me neqediyaye: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin" bajarekî li ser esasê wekheviya zayendî ava bikin.