NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Demokratîk êrişên Hikûmeta Demkî ên li dijî Elewiyan şermezar kir û bang li hemû Sûriyeyiyan û hêzên neteweyî kir ku ji nefret û provokasyonan dûr bikevin û ji bo çareseriya siyasî ya bi diyalogê bi hev re bixebitin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikaranîna hêzê ji hêla komên hêzên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ve li dijî xwepêşandêrên ku ji bo daxwazên xwe yên rewa daketine qadan şermezar kir û Hikumeta Demkî berpirsa kîndariyê û provokasyonê dît. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê fikarên xwe der barê bûyerên li perava Sûriyeyê û hejmarek herêmên hundir anîn ziman.
Rêveberiya Xweser destwerdana hêzên Hikumeta Demkî ji bo çewistandina xwepêşandanên aştiyane bi rêya hêza tund, ku di encamê de şehîd çêbûn û hejmarek sivîl birîndar bûn, şermezar kirin. Hat diyarkirin ku ev binpêkirina mafên Sûriyeyiyan ên derbirîna nêrîn û daxwazên xwe yên rewa bi awayekî aştiyane ye.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat destnîşankirin ku ew li hember vê rageşiya xeternak bi fikar in û rayedarên Hikumeta Demkî berpirsên van pêkanînên ku kaosê kûrtir dike, nahêle gelê Sûriyeyê daxwazên xwe yên siyasî û sivîl bikin, dîtin.
Rêveberiya Xweser da zanîn ku ev pêkanînên ku hin endamên Hikumeta Demkî dikin, paşperdeya wê xîtaba kîndariyê, provokasyon û mezhebetperestî ye, dikevin xizmetî dijminên Sûriyeyê û yên hewl didin ewlehî û aramiyê têk bibin. Li kêlek wê jî ev pêkanîn hewlên yekkirina xîtaba neteweyî ya Sûriyeyî û avakirina siberojekê ji bo tevahiyan derbe dikin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku ev ne cara yekemîn ku êriş û binpêkirinên li herêmên Sûriyeyê li dijî sivîlan tên kirin. Duh, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê û başûrê Sûriyeyê bûn û îro jî careke din perav e. Pêdiviya rûbirûbûna van êriş û pêkanaîn bi helwesteke neteweyî ya cidî heye ku sînorek ji van siyasetên xeternak re bên danîn û hesab ji sûcdaran bên xwestin. Ji ber ev pêkanîn li pêş lihevkirin an jî diyaloga neteweyî ya giştî asteng in û firsetên avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk û nenavendî têk dibin.
Rêveberiya Xweser di dawiyê de bang li tevahî Sûriyeyiyan, hêzên neteweyî kir ku hewlên xwe zêde bikin û xebateke hevbeş ji bo gihandina çareseriyeke siyasî ya berfireh a li ser bingeha diyalog û hevqebûlkirinê dûrî kîndariyê û provokasyonê bikin.
