STENBOL - Hejmara 148’an a Kovara Jinê bi manşeta “Li kolanan, di jiyanê de, biisrar: Têkoşîna jinan a 2025’an” derket.
Hejmara 148’an a Kovara Jinê bi manşeta “Li kolanan, di jiyanê de, biisrar: Têkoşîna jinan a 2025’an” derket. Di vê hejmarê de têkoşîna jinan di çarçoveya şer, aştî, azadî û edaletê de hate nirxandin û şêweyên berxwedana jinan ên îsal, gefên li wan hatine xwarin û derfetên aştiyê hatin nîqaşkirin.
Nivîsên di vê hejmarê de ev in:
* Di 2025’an de têkoşîna jinan: Berxwedan, gef û hêvî / Sakîne Esen Yilmaz
* Li Tirkiyeyê tevgera feminîst û têkoşîna aştiyê: Domdarî û şikestinên dîrokî / Yasemîn Ozgun
* Di sala 2025’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi qewimî? / Emîne Osê
* Şerî ji jinan bipirse / Ayşe Duzkan
* Têkoşîna jinan a rêxistinkirî ya li dijî krîza avadaniya kujerê kastîk / Kîbriye Evren
* Bersiva ji banga azadiyê re / Gulbahar Alpsoy
* Divê rojnamegeriya aştiyê jinê esas bigire / Pinar Ural
* Mêrtiya trîbûnê, kontrol, nîjadperestî û tirsa ji aştiyê / Zeyno Bayramoglû
