Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e

  • rojane
  • 11:56 26 Kanûn 2025
  • |
img

AMED - Li gorî ankêta Navenda Lêkolînên Qadê ya SAMER'ê  ku li bakurê Kurdistanê kir, di mijara bicihanîna berpirsiyariyên xwe yên li hemberî pêvajoyê de Abdullah Ocalan ji sedê 42,9 di rêza yekemîn de, PKK ji sedî 40,5 di rêza duyemîn de cih digire. Rêjeya daxwazên “mafê hêviyê” ji sedî 71,9 e. 

 
Navenda Lêkolînên Qadê ya SAMER’ê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, li 16 bajarên bakurê Kurdistanê ankêtek kir û ev xebata xwe kir rapor. Lêkolîn, di mehên Adar, Gulan û Cotmehê de hatiye kirin. Referansa destpêka lêkolînê ji vekirina Meclisê (1’ê Cotmeha 2024’an) ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî çûbû silav dabû koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û di 22’yê Cotmeha 2024’an de banga di axaftina komê de ye.   
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku di meha Çileyê de bi hezar û 508 kesan re; di meha Adarê de bi hezar û 509 kesan re û di meha Gulanê de jî bi hezar 504 kesan re hevdîtin hatiye kirin. Di raporê de analîzên der heqê pêvajoyê (bang, nîqaşên li ser manîfestoyê, fesix, çekdanîn, nîqaşên komîsyonê û hwd) û di raya giştî de “mijarên girîng” bûne esasê lêkolînê. 
 
‘PIRSGIRÊKA HERÎ GIRÎNG A PÊVAJOYÊ ÇI YE?’
 
Di meha çileyê de ji beşdarên ankêtê pirsa “pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê çi ye?” hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 53,6’an got “krîza aboriyê ye” û ji sedî 27,7’an jî got “pirsgirêka Kurd e.” Di meha Adarê de ku PKK’ê agirbest ragihandibû jî heman pirs ji beşdaran hate kirin. Ji sedî 62,3’ê beşdaran got “krîza aborî ye" û ji sedî 23,7’an jî got “pirsgirêka Kurd e.” Di meha Gulanê de ku PKK’ê kongreya xwe li dar xistibû û biryara xwe fesixkirinê dabû, heman pirs hatin kirin. Îcar jî ji sedî 68,9’ê beşdaran got "krîza aborî ye" û ji sedî 23,7'an got “pirsgirêka Kurd e.” Di meha Gulanê de ji ber gavneavêtina dewletê, di rêjeya beşdarên ku pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê wek pirsgirêka Kurd dîtin zêde bûn. Ev rêjeya ku di meha Gulanê de daketibû ji sedî 16,4’an di meha Cotmehê de derket ji sedî 21,2’yan. Rêjeya beşdarên ku pirsgirêka herî mezin wek “krîza aboriyê” didîtin di meha Cotmehê de daket ji sedî 59,7’an.
 
 
GOTIN Û PRATÎKÊN DESTHILATÊ HEMAHENG NEHAT DÎTIN
 
Pirsa têkildarî “Hemahengiya gotin-pratîkê desthilatê” yên di mehên Çile, Gulan û Cotmehê de guherînekî zêde hat dîtin. Di ankêta hemahengiya gotin û pratîkên desthilatê yên di mehên Çile, Gulan û Cotmehê de rêjeya beşdarên di meha Çileyê de ji sedî 16, di meha Gulanê de ji sedî 27,7, di meha Cotmehê de ji sedî 25,5 êrênî; di meha Çileyê de ji sedî 27,1, di meha Gulanê de ji sedî 27,1, di meha Cotmehê de ji sedî 47,7 "neyînî" dîtin.  
 
 
ZÊDEBÛNA DAXWAZAN 
 
Di raporê de daxwazên welatiyan jî cih girt. Di meha Adarê de ji sedî 65'ê welatiyan xwestin di Qanûna Înfazê guhertin çêbibe; di meha Cotmehê de rêje ji sedî 13 zêde bû û derket ji sedî 78'an. Herwiha daxwaza ji bo rakirina Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê di meha Adarê de ji sedî 60,4, di meha Cotmehê de derket ji sedî 68,5'ê. Di meha Adarê de ji sedî 68,5'ê beşdaran got bila girtiyên nexweş werin berdan; di meha Cotmehê de ji sedî 74,9'an ev daxwaz kir. Di meha Adarê de ji sedîu 66,7'ê beşdarên anketê xwestin girtiyên cezayên wan xelas bûne bên berdan û ev rêjeye di meha Cotmehê de derket ji sedî 74,5'an. Daxwaza ji bo cîbicîkirina “Mafê hêviyê” di meha Adarê de ji sedî 68,9 bû û ev rêjeye di meha Cotmehê de derket ji sedî 71,9’an. Misogerkirina temînata qanûnî ya ji bo rêvebirên pêvajoyê ji 66,7’an derket 74,7’an ku ev yek jî bêbaweriya welatiyan li dijî tundiyên darazê nîşan dide.  
 
 
Di meha Çileyê de ji sedî 18,9'ê beşdaran ji bo pirsa "Dê pêvajoyê bi ser keve yan na?" got "erê" û ji sedî 29,4’an got “na”. Di meha Cotmehê de ji sedî 23,3’yan got “erê” û ji sedî 24,8’an got “na”. 
 
HERÎ ZÊDE ABDULLAH OCALAN BERPIRSIYARIYÊN XWE BI CIH ANIYE
 
Pirsa "Aktorên pêvajoyê çiqas berpirsyartiya xwe bicih tînin?" hate kirin. Herî zêde beşdaran got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsiyariyên xwe bicih aniye. Li gorî beşdaran herî kêm jî muxalefetê berpirsiyariyên xwe bi cî aniye. Li gorî ankêtê; Abdullah Ocalan ji sedî 42,9, PKK’ê ji sedî 40,5, saziyên civaka sivîl ji sedî 25,3, desthilat ji sedî 24,3, Meclis ji sedî 22,1, muxalefetê ji sedî 20,3 berpirsiyariyên xwe bicih aniye.  
 
 
Di xebata bi sernava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kesên “têkiliyên avakar û jidil” xwestin ji sedî 34,5; rêjeya hevkariya bi Rêveberşya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze ji sedî 23,3 ye. 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel

Sernavên din

14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye TÊ NÛKIRIN
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê
12:48 Axêverên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn