NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Hîlala Zêrîn ragihand ku hunermend Nîhal Ay (Sîdar Andok) jiyana xwe ji dest daye.
Koordînasyona Hîlala Zêrîn a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên çand û hunerê dike, ragihand ku Nîhal Ay (Sîdar Amed) a ku sala 2005'an li Amedê tev li xebatên çand û hunera Kurdî bû û dest bi rêwitiya têkoşîna azadiyê kir, sala 2025'an dema ku di nava Tevgera Hîlala Zêrîn de dixebitî, jiyana xwe ji dest da.
Tevgera Hîlala Zêrîn, ji malbata Nîhal Ayê û gelê Kurd re sersaxi xwest û di daxuyaniyê wiha got:
“Hevrê Sîdar sala 1987'an li navçeya Farqîn a Amedê hate dinê. Zaroka malbateke berdêl dayî ya girêdayî çanda Kurdistanê û nirxên welatparêziyê ye. Bavê wê Abdullah Ay sala 1992'yan ji aliyê hîzbulkontrayan ve ya girêdayî dewleta kûr, hate qetilkirin. Hevrê Sîdar bi piştî bavê xwe di temenekî pir biçûk de xwe nas kir û bi berpirsiyarî rabû. Di temenekî pir biçûk de dibîne ku azadî bi berdêlên giran çêdibe û di salên pêş de ev yek di bîra wê cih digire. Hevrê Sîdar dema ku malbata wê ji gund koçî navçeya Pasûrê kir, dest bi ferqkirina cudahiya di navbera jiyana gund û bajêr de kir. Hişmendiya wê ya welatparêzî ya xwezayî, digel jêhatîbûnên wê yên hunerî, bû wesîle ku hevrê Sîdar di sala 2005an de tev li xebatên Navenda Çandê ya Dîcle-Firatê bibe. Wê di warê çand û hunerê de hem nirxên neteweyî û hem jî nasnameya jinan nîşan da. Li ser vê bingehê, li herêma Rojava jî kedeke mezin daye. Hevrê Sîdar ku herî dawî li herêma Rojava cihê xwe di nava xebatên Hîlala Zêrîn de digirt, di sala 2025'an de şehîd bû. Weke Tevgera Çand û Hunerê ya Jinan a Hîlala Zêrîn, em soz didin ku em ê mîrateya ku hevrê Sîdar di dil û hişmendiya me de hiştiye zindî bihêlin û û li her qadê têkoşîna xwe xurt bikin.”
