ÎZMÎR – Şanoya Gimgimê bi lîstika xwe ya "Civîna Dêûbavan" mijara asîmîlasyonê li dibistanan anî ser dikê.
Şanoya Gimgim ku di sala 2016'an de li Îzmîrê hat avakirin,bi lîstikên xwe yên ku asîmîlekirina zimanê Kımanckî (Kirdkî/Zazakî) dixe ber pirsê, balê dikişîne ser xwe. Koma şanoyê ku bi tenê bi sê kesan dest pê kir, niha bi qasî 20 endamên wê hene. Wan rêwîtiya xwe ya şanoyê bi lîstika "Riştîkê" dest pê kir û dû re "Yawuxa Doyî," "Zelzele," û "Sınıf" hatin. Kom, niha li ser lîstika xwe ya herî dawî, "Veli Toplantısı" (Civîna Dêûbavan) dixebite. Bi nîşandana bûyer û jiyana gundan li navçeya Gimgim a Mûşê, koma şanoyê hem pêşî li jibîrkirina ziman digire û hem jî çanda xwe zindî dihêle. Herî dawî, bi "Veli Toplantısı" ku ji hêla Veli Kişioglû û Eda Sarikaya ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê ji hêla Tuncay Akdeniz ve hatiye kirin, ferzkirina "axaftina bi tirkî" ji hêla mamosteyan ve li dibistanên gundan li Kurdistanê nîşan dide.
Tuncay Akdeniz, yek ji damezrînerên şanoyê, got ku kesên li dora wî di dema damezrandina şanoyê de bawerî zêde bi wî neanîne û got: "Lê min dev jê berneda. Min li taxan zarokên ku bi Zazakî diaxivîn dîtin û me hejmara xwe ji 3'yan gihand 20'î. Lîstikvanan Zazakî fêrî min kirin. Me li ser dikê tişt li hev zêde kirin. Ez ne axivêrekî Zazakî me, lê di dawiyê de, ez jî ji wê herêmê me. Me ji Vartoyê koç kir û em hatin vir. Ev pêvajo ji bo me stresdar bû; em demekê rawestiyan. Par, me di Roja Zimanê Dayikê de lîstikek pêşkêş kir û piştî wê, hejmara me hêdî hêdî zêde bû. Piştre me lîstika 'Sinif' pêşkêş kir û 'Civîna Dêûbavan' lê zêde kir. Karê me baş diçe. Em heftê carekê ji bo provayan dicivin. Ji ber ku ez Zazakî baş nizanim, ez bertekên neyînî distînim; lê ez 'ez dikarim li ser dikê çi bikim' ji bo vî zimanê ku li ber jibîrkirinê ye nîşan didim. Veli Kişioglû li Stenbolê lîstika 'Civîna Dêûbavan' îmrovîze dike. Di destpêkê de senaryoyek bi vî rengî tunebû. Ev senaryo wê demê li herêmê qewimîbû. Ev lîstik bi rastî lîstikeke trajîkomîk e. Em dikarin li Îzmîrê jî bibin komeke mînak. Ger em Plana A bin, Plana B jî dikare derkeve holê. Planeke me ya taybetî tune; ji ber ku lîstikvan di heman demê de dixebitin. Du lîstikên din ên mezin jî hene û ev jî dê demekö bigirin. Karê ku em dikin bi rastî hewldaneke kolektîf e. Her çend ez li vir nebim jî, lîstikvan hewce ne ku vê alê bigirin ser xwe û ber bi pêş ve bibin."
'ZIMANÊ ME WINDA BIBE EM Ê JÎ WINDA BIBIN'
Lîstikvan Zeynep Çetinkayayê diyar kir ku berê li gundan, ji biçûkan bigire heta mezinan kes zêde tirkî nizanibû û zarok li dibistanan tirkî fêr dibûn û got: "Di lîstika 'Civîna Dêûbavan' de ku me pêşkêş kir, xwendekar tirkî nizanin, ji ber vê yekê mamoste gazî dêûbavan dike; lê ew jî nikarin bi dêûbavan re têkilî daynin ji ber ku dêûbav tirkî nizanin. Me ev lîstik pêşkêş kir da ku nîşan bidin ka zarok berê çi jiyane. Barê vî zimanî niha ketiye ser milê me. Pêdivî ye ku em vî barî hilgirin. Ger zimanê me winda bibe, em jî dê winda bibin; zimanê me nasnameya me ye. Wekî ku tê gotin, 'Her çûk bi zimanê xwe distirê, her dar li ser kokak xwe şîn dibe.' Em xewnên xwe bi zimanê xwe dibînin, ji ber vê yekê zimanê me ji bo me pir bi qîmet e. Ger em zimanê xwe neparêzin, ew ê di nav çend salan de were jibîrkirin; ji ber ku zarokên me êdî zimanê xwe yê dayikê nizanin. Bi rêya lîstikên xwe, em li dijî polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên li ser zimanê me yê dayikê jî derdikevin. Gelek ji gelê me welatê xwe terikandine û çûne derveyî welêt. Yên ku çûne derveyî welêt niha li ser ziman dixebitin û hewl didin ku wî biparêzin. Ji ber vê sedemê, divê em vî zimanî hem ji hêla siyasî ve û hem jî ji hêla civakî ve biparêzin. Ji bilî zimanê xwe, divê baweriya me jî winda nebe."
Lîstikvan Kadîr Ozdemîr jî got: "Di lîstikê de, xwendekarên ku diçin dibistanê bi Tirkî nizanin; ew bi zimanê xwe yê zikmakî diaxivin. Ji ber vê yekê, mamoste ji xwendekaran hêrs dibe û dibêje, 'Bi Tirkî biaxivin!' Piştre ew gazî dêûbavan dike û ji wan dixwaze ku zarokên wan bi Tirkî fêr bibin û zimanê xwe ji bîr bikin. Ji ber vê yekê em dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî performansê bikin; ji ber ku em naxwazin bi vê yekê zimanê xwe ji bîr bikin. Di lîstikê de, mamoste ji ber ku em bi Zazakî diaxivin ji me hêrs dibe; û em li hember vê yekê bertek nîşan didin. Lîstikên me li ser çîrokên jiyana rastîn in. Ev lîstik berê li dibistanan qewimîne. Me ev hemû bûyer dîtin û bihîstin û mezinên me ji me re qala wan dikirin. Îro, kes bi zimanê xwe yê zikmakî naaxive; her kesî ew ji bîr kiriye. Tiştê ku em dixwazin ev e ku her kes li malê bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive û zarokên xwe zimanê xwe yê zikmakî fêr bike; lê îro, mirov pêşî zarokên xwe bi Tirkî fêr dikin. Wekî din, wekî komek şanoyê, daxwaza me ew e ku mirov piştgiriyê bidin me û zimanê me biparêzin."
Ji lîstikvanan Eylem Bariş Gunduzê jî got: "Berê, dema mamoste dihatin dibistanên gundan, zarok bi Tirkî nizanibûn. Mamoste tenê bi Tirkî diaxivî. Ji ber vê yekê, ji bo ku zimanê me neyê jibîrkirin, me xwest vê rewşê bi rêya şanoyekê nîşan bidin. Em dixwazin ku gelê me were û vê şanoyê temaşe bike da ku zimanê xwe ji bîr neke. Varto-Der di vê yekê de piştgiriyê dide me. Zimanê me ji mezinên me derbasî me bûye û tiştê ku em dixwazin ev e ku ev ziman neyê jibîrkirin. Zimanê me zimanê Xizir e; bila kes vî zimanî ji bîr neke. Dema ku lîstikên me têne pêşkêşkirin, divê her kes zarokên xwe bîne da ku zarok vî zimanî ji bîr nekin. Çîrok û stranên bi zimanê me pir xweşik in; bila kes wan ji bîr neke."
MA / Ûgûrcan Boztaş
