MÛŞ - Şîna Servet Kartal (Şoreş Brûsk) ê HPG’î ku di sala 2019’an de li Xakûrkê jiyana xwe ji dest dabû, bi awayekî girseyî hat ziyaretkirin.
Li gundê Karapungal ê navçeya Gimgim a Mûşê, ji bo Servet Kartal (Şoreş Burûsk) ê ku di Cotmeha 2019'an de di êrişeke li herêma Xakûrkê ya Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, şîn hat danîn. Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER), aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl serdana şînê kirin.
Girseya ku bi meşê hat cihê şînê, piştî xwendina duayan û sersaxiya ji malbatê re, serdana xwe bi dawî kir.
