ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKPê bi dawî bû. Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan piştî hevdîtinê destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê verastkirina hiqûqî pêwîst e.
Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdanên xwe yên li gel partiyên siyasî didomîne. Endamên Şandeyê parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol li Meclisê serdana şandeya AKP'ê kir. Şandeya Îmraliyê ji aliyê Serokê Koma AKP'ê Abdullah Guler, Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk, Serokwekîlê Serokê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala ve hate pêşwazîkirin.
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat û hat zanîn ku hevdîtin seateke û nîvê berdewam kiriye.
Piştî hevdîtinê Şandeya Îmraliyê û şandeya AKP'ê daxuyanî da.
Pêşî Serokê Koma AKPê Abdullah Guler axivî û diyar kir ku ew spasiya şandeya DEM Partiyê dikin û got: “Hemû partiyên siyasî raporên xwe radestî komîsyona Meclisê kirin. Herî dawî me jî rapora xwe teslîm kir. Li ser vê yekê jî me nirxandinên berfireh kirin.”
'AŞTÎ BÊYÎ HIQÛQ NABE'
Piştre Pervîn Buldan axivî û spasiya şandeya AKP'ê kir. Buldan anî ziman ku wan li ser merhaleya pêvajo gehiştiyê hevdîtin pêk aniye û wiha got: “Me peşniyarên xwe ji wan re kirin. Şandeya AKP'ê jî pêşniyarên xwe anîn ziman. Me girîngiya vê yekê diyar kir; aştî bê hiqûq nabe. Ji bo wê jî merhaleya em gehiştinê pêwîstiya wê bi zemîna hiqûqî heye. Em di merhaleyeke nû de ne. Serdan û hevdîtinên me dê bidominîn. Em ê her tim di nava diyalogê de bin.”
‘EM HEVDÎTINA BI SEROKKOMAR RE PLAN DIKIN’
Mithat Sancar jî diyar kir ku ew li ser gelek mijaran axivîne û wiha pê de çû: “Me li ser merhaleya pêvajo gehiştiyê fikir û nêrînên xwe ji hev re anî ziman. Serdema li pêş me serdemeke hesas e. Girîngiya bi hev re avakirina zemîna hiqûqî heye. Me jî girîngiya mutabakata siyasî û lihevkirina civakî anî ziman. Sererastkirina yasayî, pêşveçûna pêvajoyê, mutabakata siyasî û lihevkirina civakî pêwistiyeke pir girîng e. Serdanên me yên partiyên siyasî dê bidomin. Piştre jî em ê bi Wezîrê Dadê û Serokê Meclisê re hevdîtinê bikin. Piştre jî em plan dikin ku bi birêz Serokkomar re jî hevdîtinê bikin.”.
