ANTALYA - ÎHD, ÇHD, OHD’ê dan zanîn ku rewşa Serkan Onur Yilmaz ku bi daxwaza girtina girtîgehên bi tîpa S. Y. R û bi ewlekariya bilind dest bi rojiya mirinê kiriye, roj bi roj girantir dibe û banga qebûlkirina daxwaza Yilmaz kirin.
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Antalyayê, têkildarî girtîgehên bi tîpa S. Y. R û ewlekariya bilind daxuyanî dan. Daxuyanî, li pêşiya Edliyeya Antalyayê hate dayin. Seroka Şaxa ÇHD’a Antalyayê Irmak Yaman, di daxuyaniyê de got ku şert û mercên tecrîdê yên li van girtîgehên behsa xeberê ji yên girtîgehên bi tîpa F’ê girantir in.
Irmak Yamanê, anî ziman ku girtî tenê dikarin rojê saetek û nîv hewa bigirin û got ku pacên girtîgehê hemû bi têlan girtîne. Irmak Yamanê got: “Ev şert û merc îşkence û muameleya xerab pêk tînin.” Irmak Yamanê, destnîşan kir ku ev girtîgehên ku li dijî normên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî ne, bê bingeheke hiqûqî hatine avakirin.
Irmak Yaman, diyar kir ku rojiya mirinê ya Serkan Onur Yilmaz bi daxwaza girtina van girtîgehan daye destpêkirin di roja 323’yan de didome û got: “Nikare bimeşe, li ser movikên wî birîn çêbûne û di daqurtandinê de zehmetî dikişîne. Divê daxwazên wî demildest werin qebûlkirin û ev girtîgeh bên girtin.”